Hewldanên hiqûqî yên navneteweyî yên jinên Êzîdî didomin

30

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Dr. Leyla Ferman a ku li Elmanyayê ji dayik bûye, ev qederê 15 salan e ku di saziyên cihê yên civaka Êzîdî de dixebite. Halê hazir bi Platforma Jinên bi darê zorê Girtî re xebatan dimeşîne. Dr. Leyla Ferman dema ku weke şêwirmend li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê dixebitî, di karûbarên ji bo jinên Êzîdî yên ji destê DAIŞ´ê filitî, çalak bû. Dr. Leyla Ferman der barê têkoşîna hiqûqî ya têkildarî jinên Êzîdî ji Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka re axivî.

 

Ferman dide zanîn ku ew bi sedan jinên Êzîd re peyivîne, belge dane hev. Leyla Ferman, biryara komîsyonê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) erênî dibîne, lê kêm jî dibîne û îşaret bi van kêmasiyan dike: “Belge û delîlên berhevkirî wê bidin dewleta Iraqê. Di rewşekê de ku statu û rewşa Şengala Heşdî Şabî lê bi serê xwe ye, zelal nebûye, em ê ji ku zanibin ka delîlên berhevkirî wê bikevin destên kê?”

 

Dr. Leyla Ferman piştî ku bi bîr xist, dewleta Elman DAIŞ weke rêxistinekê qebûl kiriye ku sûc li dijî mirovahiyê kiriye û wiha dewam kir: “Kesên ku ji ber mexdûr bûne, dikarin miracaetî dadgehên Elman bidin û doza tezmînatê bikin.

 

Dr. Leyla Ferman ji bo şideta fermanê rave bike dibêje, “Her çend min di saziyên Êzîdiyan de kar kiribe jî, di dema qirkirinê de ez pê hisiyam ku ez jineke Êzîdî me. Min welê nirxand ku ya qewimî tişteke ji fikr û wêde ye.”

 

Belgekirina qirkirinê

 

Li ser pirsa ka rewşa hewldanên hiqûqî yên der barê qirkirinê de çi ye, Leyla Ferman dibêje, “Di warê hiqûqî de em destê xwe hîna xurt dikin. Me bi sedan jinî re hevpeyvîn kirin. Piştî her serpêhatiya me guh dayê, me ji xwe re digot, em ê serpêhatiyeke guhertîtir nebihîsin, lê serpêhatiya her jinê ya cihê hebû. Me alîkariya insanî, sihetê, psîkolojîk bi wan jinên hatî cem me re kir. Platforma me ji pisporên mîna bijîşk, hiqûqnas û psîkologan pêk dihat. Me weke platform me biryarek da ku alîkariya hiqûqî û ya insanî ji hev cida ne û ew ê ji hev cihê bên kirin.”

 

Di vê çarçoveyê de Ferman dide zanîn ku aliyê hiqûqî yê qirkirinê xebata wan esasî pêk tîne û wiha dipeyive; “Ya ji bo me esas ew e ku belge û delîlên qirkirinê hemû bên berhevkirin. Em bi şahidên bûyerê re dipeyivin; vegotina wan heye. Mesela di destê hin mirovan de belgeyên nivîskî yên DAIŞ´ê hene, mohr hene. Van belgeyan berhev dikin da ku em bêhtir cidî bên dîtin.”

 

Dr. Leyla Ferman dide zanîn ku armanca wan ew ku bi belgeyên di destê xwe de bikin ku sûcdar bên cezakirin û dibêje halê hazir tenê li Elmanyayê rêya hiqûqî ji bo mexdûran vekiriye. Dr. Ferman biryara NY´yê ya damezrandina komîsyonekê jî bi bîr dixe û dibêje; “Erka komîsyonê berhevkirina delîlên eleqedarî fermanê ne. Lê li gorî me aliyekî wê yê şaş heye. Belge û delîl li gorî biryara NY´yê wê bidin dest hikûmeta Iraqê. Lê Iraq ne dewleteke hiqûqê ye, Heşdî Şabî li gora dilê xwe lê tevdigere, rewşa Şengalê ne zelal e, di vê rewşê de em ji ku dizanin ka delîl wê bikevin destê kê! Ev ne rast e.”

 

Eger qirkirin bê qebûlkirin

 

Dr. Leyla Ferman dibêje, “bi ya me divê ferman weke qirkirin bê qebûlkirin. Di hevpeyvînên bi jinan re, gava me ji wan pirsî ma hûn ê vegerin Şengalê, wan li me vegerand, eger komkujî weke qirkirinê bê qebûl kirin, erê. Ango eger zerarên wan bên tezmînkirin, temînateke hiqûqî bê misogerkirin ew amade ne vegerin.”

 

Li ser pirsa xweparastinê jî Leyla Ferman got, bi hinceta ji nû ve anîna nav civakê, jinên Êzîdî yên mexdûr bi darê zorê dane zewicandin, wan dest werdaye meseleyê û kiriye ev yek bê rawestan û wiha dewam kir: “Jinên Êzîdî hem di nava YJŞ´ê  û hem jî di nava Pêşmerge de hebûn. Lê di navbera wan de cudatiyeke mezin hebû. Jinan di nava YJŞ´ê de bi fikrên xwe cih digirt. ew jin îro di warê parastinê de perwerde dibin û dibin pispor. Em bi wan serfiraz in.”

 

Ji bo yekîtiya Êzîdiyan kongre

 

 

Li gorî Dr. Leyla Ferman pirsgirêka saziyên Êzîdî ya yekîtiyê heye û li ser mijarê ew dibêje, “Divê em nuqteyên ku me bikin yek esas bigirin. Belkî pirsgirêkên din qet neyên çareserkirin. Em yekîtiya xwe mesela ne tenê di ser Êzîditiyê, di ser ziman û çandê re jî bikin.

 

Civaka Êzîdî û nexasim jinên Êzîdî ji bo yekîtiyê divê bibin xwedî helwêst û ked. Em amadekariyên kongreyekê dikin ku Êzîdiyên dinyayê bîne cem hev. Beriya fermanê me hevdu baş nas jî nedikir. Niha şert guherîn. Ji bo xatrê wan kesên di fermanê de canê xwe ji dest dan û ji bo wan ê ku ji bo wan rizgar bikin canê xwe feda kirin, divê em di nava xebatên yekîtiyê de cihê xwe bigirin.