‘Hikûmet erk dide, lê maf nade’

21

 

 

HEWRÊ KIRÊKAR / KELAR

 

 

Li tevahiya cîhanê 10'ê Mijdarê weke Roja Cîhanê ya Mafê Mirovan tê naskirin. Bi vê boneyê ji her sal çalakiyên cuda yên têkildarî mafên mirovan tên lidarxistin. Welatiyên Başûrê Kurdistanê ji ber binpêkirina mafan bi fikarin.

 

Jina çalakvan a ji navçeya Seyiqsadiq a Silêmaniyê Peyman Necmedîn têkildarî li Başûrê Kurdistanê mafê mirovan wiha got; "Eger em bi awayekî giştî behsa civaka Kurd bikin, li Başûrê Kurdistanê li gor welatên pêşketî mafên mirovan ji sedî 70 paşde maye. Ji ber ku li gorî qanûnên cîhanê dema ku erkek ji bo kesekî hate dayîn, mafên wî jî tên dayîn, lê li Başûrê Kurdistanê ev yek berevajî ye. Erk didin maf nadin."

 

 

Peyman Necmedîn bal kişand ser danezana gerdûnî ya mafê mirovan û got; "Di danezanê de ji bo mirovan maf hatine destnîşankirin, lê li Başûrê Kurdistanê gelek ji van xalan hatine jibîrkirin û kar pê nakin. Weke mînak, mamosta û karmend amade ne erk û wezîfeyên xwe pêk bînin, lê hikûmet mafê wan nade. Ji ber vê yekê rastî astengiyên cuda tên. Ev yek ji binpêkirina mafên mirovan e ya li Herêma Kurdistanê pêk tê."

 

Peyman Necmedîn herî dawî got; "Mafên çînên cuda û bi taybet mafê jinan weke tê xwestin nayên dayîn. Sedema vê ji hizrandina şaş û kevneşopiya li Başûrê Kurdistanê ye. Ji ber vê gelek girîng e jin li ser mafên xwe bihizirin û bêşerm daxwaza mafên xwe bikin."

 

Viyan Şarezûrî ya ji Seyidsadiq jî wiha axivî; "Ti guman li ser vê yekê de nîne ku li Başûrê Kurdistanê mafê mirovan tên binpêkirin û binpêkirin didome jî. Binpêkirina mafan ne tenê ji bo çînekê tê kirin. Eger em lêkolîn bikin, derdikeve holê ku ji zarokan bigire heya kesên taybet mafên wan tên binpêkirin."

 

 

Viyan Şarezûrî diyar kir ku dayîna mûçeyan mafekî sereke yê her karmend û mamostayan e, lê nayê dayîn û got; "Vê binpêkirina mafê welatiyan a ji aliyê hikûmetê ve, pirsgirêkên malbatî jî du qat zêde kirine. Dibe sedema hilweşandina malbatê û mêr û jin ji hev cuda bibin. Di mal de mafê jinan were binpêkirin. Divê di perwerdeyê de ji guhertin çêbibe. Ji bo ku zarok der barê mafên mirovan de bên perwerdekirin û dema mezin bûn bikarin mafên xwe biparêzin."

 

Li ser heman mijarê Navenda li Dijî Tundiya li ser Jinê ya Seyidsadiq Burhan Ehemd jî wiha axivî; "Rewşa siyasî û aborî ya li Başûrê Kurdistanê rasterast bandora xwe li ser jiyan û dayîna mafê welatiyan dike. Di vê çarçoveyê de binpêkirina mafê mirovan, bi taybet mafê jinên li malê, li herêma Silêmaniyê û Seyidsadiq di asteke tê xwestin de nîne û ne kêm e."

 

 

Burhan Ehemd herî dawî got; "Li bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê ofîsên mafên mirovan hene, heta astekê ji bo hişyarkirina welatiyan û taybet jinan, di warê mafan de xwedî bandoreke baş e."

 

(ab/rn)