NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Çavlirê ye îro hikûmeta Herêma Kurdistanê li Hewlêrê bicive. Li gorî agahiyên hatine dayîn wê di civînê de rewşa Kerkûkê û Xurmatû di çarçoveya rapora navenda hevbeş a krîzan a girêdayî Wezareta Karên Hundirîn were destgirtin.

 

Her wiha wê di civînê de rapora Wezareta Xwendina Bilind a têkildarî xwendekarên amadeyî û wergirtina wan ji bo zanîngeh û peymangehên Herêma Kurdistanê were nîqaşkirin.

 

Şandeya Herêma Kurdistanê ya di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî de ku berî niha çend rojan çûbû Fransa û çend welatên Ewropa şevê din vegeriya Herêma Kurdistanê.

 

(ab/rn)

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here