Ji ber referandûmê 17 polîsên Kurd hatin desteserkirin

25

 

 

HEWRÊ KIRÊKAR / SELAHEDÎN

Cezakirina Kurdan a ji ber referandûma 25'ê Îlonê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bi dawî nabe. Piştî ku piraniya herêmên bi nakok ên (herêmên bi nîqaş) ji aliyê Iraqê ve hate kontrolkirin niha jî dest bi desteserkirina kesên di refandûmê de deng dane kir.

 

Endamê Encumena Parêzgeha Selahedînê Mela Hesen Germiyanî ragihand ku 17 polîsên Kurd ên Xurmatû ji ber ku beşdarî referandûmê bûne hatin desteserkirin û got; "Bi giştî li Rêveberiya Polîsên Parêzgeha Selahedînê biryara desteserkirina 29 polîsên Kurd ên li Navenda Polîsan a Xurmatû wezîfedar bûn hatiye dayîn. Sedema wê jî ew e ku tevlî referandûmê bûne."

 

Mela Hesen Germiyanî axaftina xwe wiha domand; "Ji 29 polîsên biryara desteserkirina wan hatiye dayîn 17 jê hatine desteserkirin û ew birine Parêzgeha Selahedîn. 3 ji parêzvanên min in. Rêveberiya polîsên Xurmatû pêwendî bi min re çêkir û got ku divê 12 polîsên din jî xwe radest bikin."

 

Mela Hesen Germiyanî ragihand ku polîsên hatine desteserkirin nehatine êşkencekirin û got; "Em nizanin wê kengî bên berdan. Nayê zanîn gelo wê bi kefalet berdin yan na. Em ê li bendê bimînin, eger piştî kefaleta wan temam bû nehatin berden wê helwesta me jî hebe."

 

(ab/rn)