Ji bo berdana Eshed Şawrî 48 saet dem hate dayîn

30

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Çalakvanê medenî Eshed Şawrî piştgiriya kar û xebatên ji bo Rojava û parçeyên din ên Kurdistanê dike. Tevlî çend karên alikariyên mirovane bûye. Herî dawî jî tevlî xebatên komkirina alikariya ji bo mexdûrên bajarê Kirmaşan û bajarokê Derbendîxan bû.

 

Belê ji 2’ê Kanûnê ve li nav Silêmaniyê winda bûye. Niha jî li gor agahiyên me girtin, li gel dezgehên ewlehiyê yên Silêmaniyê ye. Belê heya niha ti daxuyaniyek an jî sedemek li ser binçavkirina wî nehatiye dayîn. Weke çalakvanên medenî û rêxistinên, heval û dostên Kak Eshed em raya giştî, dezgehên ewlehiyê, rêxistinên navxweyî û aliyên peywendîdar bi van çend xalan agahdar dikin:

 

1-Şêwazê binçavkirin û revandina Kak Eshed bi temamî dijî yasa û pîvanên mafê mirove. Ev jî bûye sedema belavbûna tirsê di nava xelkê de. Carek din îspat bûye ku ewlehiya takekes û civakê dibin metirsiyek mezin de ye. Divê demek pêk a din dawî li karên wiha bê anîn.

 

2-Ew rêbaz û operasyona ku Kak Eshed bê hatiye revandin, weke li hemû xelkê Ranye jî dizane, ev karên kesên terorîst û xiyanet li niştîmanî kirine. Ne karê kesên dilsoz û niştîmanperwerin.

 

3-Dezgehên ewlehiyê yên bajarê Silêmaniyê ji ewlehî û silametiya Kak Eshed berpirsin. Her karek an êşkencek li hember bê kirin, berpirs ewin.

 

4-Em her cûre hincet û çêkirina pîlanekî ji bo revandina Kak Eshed red dikin. Ji ber ku ti gumana me ji pakî û dilsoziya Kak Eshed nîne.

 

5-Ji bo azadkirina Kak Eshed em 48 saet dem didin. Em hişyarî didin her karek ters an jî nebaş bê kirin, wê hewldanên me jî yên cidî divê bigirin ber çav.”

 

Hêjay gotinê ye ku îro çalakvanê medenî Eshed Şawrî li herêma Raperîn winda bûye û çarenûsa wî ne diyare. Li gor kesekî ku nexwest navê xwe eşkere bike ji ajansa me re diyar kir ku Eshed Şawrî li gel hêzên dij terorê yê YNK’ê ye û ji malbata wî re ragihandine ku li gel wane û bi silamete.

 

(rn)