Kalkan: Ji bo Başûr tehdîda mezin Tirkiye ye

35

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Endamê Komîteya Rêvebir ê PKK’ê Dûran Kalkan bû mêvanê bernameya Ulkeden a Medya Haberê û bersiv da pirsên rojnamevan Dervîş Eren, li gel peyamên di pîrozvahiyên 39. salvegera PKK’ê de derketin holê, doza Reza Sarraf, hilbijartinên rêveberiya îdarî ya Rojava, çûna Neçîrxan Bazrzanî ya Tirkiyeyê, rewşa Başûrê Kurdistanê nirxand.

 

Sererêzên nirxandinên Kalkan wiha ne:

 

Coşa sala 40’emîn

 

Dûran Kalkan diyar kir ku pîrozbahî û çalakiyên salvegera 39’emîn a avabûna PKK’ê ya fermî, coş û moralekî mezin ava kiriye û got, “PKK êdî 40 salî ye. Avabûna me ya Rêbertî jî di sala 45’an de ye. Em bi coşeke mezin ketin sala 40’emîn. Ez hemû pîrozbahiyên sala 40’emîn pîroz dikim. Di serî de ya Rêber Apo, ez cejna hemû rêheval, gel û dostên me pîroz dikim.”

 

Dûran Kalkan da xuyakirin ku dema ew dikevin sala 40’emîn jî di nav berxwedaneke mezin de ne û xwedî li şehîdên xwe derdikevin. Kalkan axaftina xwe wisa domand;

 

“Ji hevrê Hakî Karer heta hevrê Delal Amed 40 hezar şehîdên 40 salan, ji aliyê gel ve xwedîtî lê hatiye kirin. Biryardariya li ser şopa wan hate diyarkirin. Bi taybetî şehîdên me yên Bestayê, Delal Amed û Azê Malazgîrt bûn sembola sala 40’emîn û li her derê hatin bibîranîn.”

 

Sala têkoşîna geş

 

Dûran Kalkan di axaftina xwe de ragihand ku di diyalektîka pêşveçûna PKK’ê de her sal têkoşîn û serkeftin zêdetir û geştir dibe û got, “Sala 40’emîn wê li ber ronîkirina Rêber Apo û li ser xeta şehîdan wê bibe saleke têkoşînê ya geş. Wê bibe saleke wisa ku, wê destkeftinên mezin werin bidestxistin, bêtir nêzikî azadiyê bibin û avakirina neteweya demokratîk wê zêdetir be. Sala 40’emîn wê bibe sala têkoşîn û azadiyê! Wê sala 40’emîn bibe sala hevdîtina bi Rêber Apo re.”

 

Kalkan anî ziman ku di sala 40’emîn de hedefa wan a pêşîn, rakirina pergala êşkenceya Îmraliyê ye û got, “Biryardariya civîna komîteya me ya navendî ya ku di meha Cotmehê de me pêk anîbû, li qadan xwedî lê hate derketin. Girseyan destnîşan kirin ku di sala 40’emîn de wê pergala êşkenceya Îmraliyê ji holê rakin û heta ku ev pergal ji holê were rakirin wê têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo ku di sala 40’emîn de hevdîtineke azad bi Rêber Apo re were kirin, tevger û gel, çi pêwist bike em ê wê bikin.”

 

‘CPT polîtîk tevdigere’

 

Kalkan diyar kir ku çalakiya li pêşiya CPT’ê ya li Strasboûrgê gelekî girîng e û got, “Gelê me yê li Ewrûpayê bi çalakiyên xwe xwedî li Rêber Apo derdikevin, ez hemû çalakvanan pîroz û silav dikim.”

 

Kalkan destnîşan kir ku di rêvebirina pergala Îmraliyê de berpirsyariyeke girîng a CPT’ê heye û diyar kir ku CPT di vî warî de polîtîk tevdigere û got: “Rêber Apo diyar kiribû ku dema ew nû çû Îmraliyê, heyeta yekemîn a CPT bûye. Lê îro helwesta CPT û saziyên cihê yên Yekîtiya Ewrûpayê polîtîk e. Hemû berjewendiyên wan ên ekonomîk bi Komara Tirkiyeyê re hene. Ji ber vê jî bi hev re van zextan dikin. Îro polîsên dewleta Tirk êrîşî çalakvanan dike yên ku wêneyên Rêber Apo hildane. Ev jî diyar dike ku di navbera Elmanya û Tirkiyeyê de tu cudahî tune. Ev tê vê wateyê ku, di çêkirina pergala Îmraliyê de Elmanya ji Dewleta Tirk bêtir berpirsyariyê wê heye.”

 

‘Pergala Îmraliyê deqeke reş e’

 

Kalkan da zanîn ku pêkanîna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di dîrokê de tu mînakeke wê ya din tune û bal kişand ser vî tiştî ku pergala Îmraliyê li ser eniya mirovatiyê deqeke reş e û got, “Divê her kes pergala Îmraliyê û pêkanînên li ser Rêber Apo baş fêm bike. Divê rastiya Rêber Apo jî rast were fêmkirin. Heke bi rastî jî wê li cîhanê di navbera Tirk-Kurdan de aştiyek çêbibe û li Tirkiyeyê wê demokratîkbûn bi pêş bikeve, tenê Rêber Apo dikare vî tiştî bike.”

 

‘Kesên qetlîama Mereşê kirine, Tirkiyeyê bi rê ve dibin’

 

Dûran Kalkan têkildarî îşaretkirina malên Elewiyan ên li Mereşê jî axivî û diyar kir ku zextên li ser Elewiyan xwe dispêre qetlîama Mereşê û got, “Qetlîama Mereşê qetlîameke kontragerîla bû. Kesên qetlîama Mereşê kirine îro Tirkiyeyê bi rê ve dibin.”

 

‘Hilbijartinên rojava mînaka demokrasiyê ye’

 

Kalkan got, hilbijartina rêveberiya îdarî ya di 1’ê Kanûnê de di bin banê Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê de pêk hatiye, ji bo Sûriye û Rojhilata Navîn mînak e û wiha dewam kir, “Ez hemû gel û civatan silav dikim ên ku dixwazin Sûriyeya Demokratîk ava bikin. Xebata mezin ev e. Wê dahatû li ser vî tiştî ava bibe. Dahatûya Sûriye, Kurdistan, Rojhilata Navîn û ya mirovayetiyê girêdayî van xebatan e. Rêxistinkirin û perwerdekirina civakê gelekî girîng e. Avakirina civakî gelekî girîng e. Hilbijartin rêyeke civaka demokratîk e. Ji ber vê jî hilbijartinên li vê derê dibin mînak. Hilbijartinên di nav vî şerê mezin de têra xwe hêja û girîng e.”

 

Kalkan axaftina xwe ya li ser vê mijarê wisa domand, “Rêxistinkirin û perwerdekirina civakê ya li ser ekonomî, civak, siyasî û çandê, her kes di nav çend rêxistinan de bixebite û bibe takekesê civakî wê gelekî girîng be. Divê hedef ev be.”

 

Kalkan diyar kir ku civaka ku ji biçûkan heta mezinan xwe birêxistin kiriye wê karibe li dijî her cure êrîşan xwe biparêze û got, “Em berxwedana gelê Rojava silav dikin. Ev berxwedaneke watedar a dîrokê bû. Di van berxwedanan de ev derket, civak rêxistinkirî be û hêza xwe karibe derxe holê wê karibe li her cure êrîşan jî li ber xwe bide. Berxwedana gelê Rojava ya li dijî faşîzma DAIŞ’ê ev tişt îspat kir.”

 

Nexweşiya çareseriya zû

 

Kalkan anî ziman, ji bo Rojava çareseriya zû nexweşiyek e û got, “Ne diyar e bê ka wê li Cenevre, Astana û Soçiyê çareseriyeke çawa pêk bê. Divê mirov xwe nêzî nexweşiya çareseriya zû neke.”

 

Dûran Kalkan têkildarî nexweşiya çareseriya zû hişyarî da û diyar kir ku şaşî jî ji ber vê nexweşiyê derketine holê û got, “Başûr jî got qey min kêşeyên xwe çareser kiriye. Ne çareseriya zû, wan digotin qey me dinya fetih kirine, lê tiştekî din derkete holê. Nexwe mirov dikare bibêje ku li Kurdistanê çareseriyeke wisa zû û tena serê xwe tune. Heke pergal girêdayî hev be û wê çareserî pêk were –divê mirov vî tiştî wekî guherîn û veguherîna civakî bibîne- ev tişt wê bi hevkariyê pêk were” û bal kişand ser têkoşîna yekgirtî ya li her çar parçeyan.

 

Kalkan da xuyakirin ku ji bo Rojava tişta mayînde, ne xebatên dîplomatîk e û bal kişand ser vî tiştî ku tehdîda li ser Rojava hê jî didome û got, “Divê mirov xebatên dîplomatîk jî bike, lê divê vî tiştî nexe rêza pêşîn. Divê mirov hêviya xwe bi wir girênede. Çareserî perwerdehî û rêxistinkirina te ye. Heke ev tişt pêk were di qada siyasetê de wê cihê te hebe û tu yê bikaribî li dijî her cure êrîşan xwe biparêzî.”

 

‘DAIŞ li Kobanê têk çû faşîzma AKP-MHP jî eger êrîşî Efrînê bike wê li wir têk biçe’

 

“Mesela niha Efrîn di bin tehdîdê de ye. Tirkiye dijminên Kurdan e û wê tehdîd dike. Heke li hemberî vî tiştî tu xwe perwerde bikî, tu yê bikaribî xwe biparêzî. Divê gelê Efrînê û civaka Rojava li ser vê xetê be. Heke ew li ber xwe bide, wê hemû gel û Kurdistan û mirovayetî piştgiriya wê bike.

 

Efrîn wê ji faşîzma AKP-MHP’ê re bibe goristan.  Dema ku di 15’ê Îlona 2014’an de DAIŞ ajotin ser Kobanê piştre çi bû? Koka DAIŞ’ê hate qelandin. Heke niha êrîşî Efrînê bikin wê koka AKP-MHP’ê jî li Efrînê were qelandin.”

 

‘Divê gelê Başûr bibe yê xwe’

 

Dûran Kalkan pirsên têkildarî Iraq û Başûrê Kurdistanê jî bersivand û diyar kir ku li van qadan hê rewşa siyasî û leşkerî baş zelal nebûye û got, “Pêvajoyek hatiye destpêkirin û ne diyar e ku wê biçe ku derê. Rewşeke wisa heye, dibe ku her tişt pêk were. Heta hilbijartinên biharê ne diyar e bê ka wê di warê leşkerî û siyasî de çi pêk were.”

 

Kalkan destnîşan kir ku pêşveçûnên piştî referandûmê li Kurdistanê bandoreke neyînî afirand û got, “Ev tişt tê wateya şikestina di warê manewî de, lê ji aliyê din ve tiştên rast jî derketin holê. Maske ketin xwarê û rastî derketin holê. Niha jî civak fêm dike ku heke bi bîr û rêxistinkirina xwe hebe, ew ê karibe li ser pêyan bimîne.  Bi xwespartina dewletên din an jî partî û kesên din, nikarin li ser pêyan bimînin.”

 

Kalkan di axaftina xwe de bangî gelê Başûrê Kurdistanê kir û got, “Em ji gelê Başûr re nabêjin dûrî PDK û YNK’ê bin û ew ê PKK were rizgar bike. Ji dêvila vî tiştî xwe perwerde û birêxistin bikin. Em dibêjin ku ji xwe bawer bin, pişta xwe bispêrin hêz û rêxistinbûna xwe. Xwe birêxistin bikin û demokrasiya xwe bi pêş bixin. Em nabêjin bibin PKK’yî! Bibin xwe û azad û demokratîk bin, wê çaxê hûn ê rastiyê bibînin. Hûn ê bi vî awayî karibin li hemberî dek û dolaban amade bin û li hemberî êrîşan hûn ê karibin xwe biparêzin. Ji xwe re ji derve li rizgarkeran negerin. Rizgarkerên wisa tune. Rizgarî di destê perwerdehî û rêxistinbûna we de ye. Em banga vî tiştî dikin.”

 

‘AKP dijminê Kurdan e’

 

Kalkan diyar kir ku di pêvajoyên derbasbûyî de têkilî û tifaqa PDK û AKP’ê bi kêrî Kurdan nehatiye û bal kişand ser vî tiştî, ligel ku wan gelek caran rêveberiya PDK’ê hişyar jî kirine, rêveberên PDK’ê ev rastî fêm nekirine. Kalkan li ser vê mijarê axaftina xwe wisa domand: “Me ji PDK’ê re digot, Tirkiye we bi kar tîne û Tirkiye pişta xwe dispêre we û dixwaze me tune bike. Lê PDK’ê digot qey PKK ji wan diheside” û got, “Tayyip Erdogan, AKP û Komara Tirkiyeyê ne bi tenê li Bakur, li Başûr, Rojava, Rojhilat, Ewrûpa û li her dera cîhanê dijminê Kurdan e. Ew ne bi tenê li dijî PKK’ê ne.”

 

‘Ji bo Başûr tehdîda mezin Tirkiye ye’

 

Kalkan da xuyakirin ku ji bo Başûrê Kurdistanê tehdîda mezin ji rêveberiya Iraqê zêdetir faşîzma Tirkan e. Kalkan bal kişand ser vî tiştî ku Tirkiye dibe ku hêza xwe ya li Başûr zêdetir bike û bî vî awayî êrîşên xwe jî zêdetir bike û got, “Dibe ku Tirkiye êrîş bike. Jixwe li gelek cihan artêşa wê jî heye. Ji bo dagirkeriyeke zêde dibe ku êrîş bike. Divê siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê vî tiştî baş bînin.”

 

Dûran Kalkan ragihand ku ew serdana Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyeyê jî dişopînin û got, “Nêçîrvan Barzanî ji nişka ve çû. Zêde agahiya me tune. Heke polîtîkayên berê dubare bikin, wê ev tişt gelekî xerab be. Em hêvî dikin ku tiştekî wisa nebe. Em bang li mûxataban jî dikin. Em bawer dikin ku wê rêveberiya PDK’ê êdî bêtir baldar û bihistyar be.”

 

Berxwedanên xwerêveberiyê didome

 

Kalkan bi wesîleya salvegera duyemîn a berxwedana xwerêveberiyê a ku di 2’ê Kanûnê de li Sûra Amedê dest pê kiribû, wateya pêvajoya berxwedanê jî nirxand û bal kişand ser vî tiştî ku berxwedana xwerêveberiyê ya bi pêşengiya Cizîr û Sûrê hatibû destpêkirin, yek ji berxwedana herî mezin a PKK’ê ye û diyar kir ku ev berxwedan ligel ku teşe û şêwaza xwe guhartibe jî, hê jî didome.

 

Kalkan herî dawîn axaftina xwe wisa qedand, “Di sala 3’emîn a vê berxwedanê de, tevger û gel em bêtir nêzî azadiyê bûne. Ji bo bicihanîna armanc û hesretên berxwedêran biryardarî û coşa me zêdetir e. Çiyager, Xebatkar û Nûcanên nû tevlî têkoşînê bûn. Li ser xeta Mehmet Tûnç, Pakîze û Sêveyan gelekî berxweder û rastiya xwerêveberiyeke demokratîk derket holê.

 

Di sala 3’emîn a vê berxwedana xwerêveberiyê de, berxwedan li çiya, bajar û deştan didome.  Bi awayê gerîlatî, bi awayê xweparastinê, bi awayê tevgerên jin û ciwanan, bi awayê siyaseta demokratîk, li welat û derveyî welat didome. Ev berxwedan, berxwedana herî pîroz û mezin a dîrokê ye û ew ê rizgariya herî mezin a dîrokê bi dest bixe.”