Kawe Germiyanî li Germiyan bi merasîmekê hate bîranîn

23

 

 

BOTAN GERMIYANÎ/ GERMIYAN

 

Di destpêka merasîmê de 20 find ji bo bîranîna ruhê Kawe Germiyanî hate pêxistin.

 

Di destpêka merasîmê de hevsera rojnameger Kawe Germiyanî, Şîrîn Emîn peyama malbata Kawe Germiyanî xwend û wiha ragihand; “Hemû ew tiştên di destê Kawe de ji pênûsek ser tîj û zoma kamereyekê bûn. Di çapemeniya azad de li dijî bê dadperwerî û tarîtiyê şer da destpêkirin. Kawe dizanî ev şerê dijî gendelan , metirsiya li ser jiyanî ye. Belê heya dilopa dawiya xwîna xwe li meydana azadiyê li ber xwe da. Gendelên Başûr bi terorkirina Kawe, maskeyê rûyê wan ket û rûyê wan ê rast derket.”

 

 

Di peyamê de wiha jî hate gotin; “Berpirsê mezin ê li pişt terorkirina Kawe Germiyanî xwe daye aliyekî û heya niha nediyare. Sedema serekî jî ji ber ne dadgeh û ne jî navendên asayişê bi rola xwe ya rasteqîne rabûn. Qasî hewldana veşartina bûyerê de bûn, nêvê wî bi erkê xwe yê exlaqî û yasayî ne rabûn. Ji bo wê jî di dîrokê de yên herî tewanbar û hatine nefretkirine. Bi xwîna vî rojnamegerî û dengê azadî dinyaya azad wê ronî bibe û ewê di dinyaya azad de bi xeniqin.”

 

Her di merasîmê de 4’emîn madalya zêrîn a Kawe Germiyanî hate dayîna berpirsekî trafîka Kelarê Feramûş Necîm ku niha ji ber daxuyaniyekî li dijî hikûmeta herêmê salek cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Madalye ji aliyê birayê Kawe Germiyanî, Karwan Ehmed ve hate dayîna hevsera Feramûş Necîm, Beyan Ebdullah.

 

Beyan Ebdullah jî ku peyameka hevserê xwe ku li girtîgehê nivîsandiye xwend û wiha hate ragihand; “Ez bi dayîna wî xelatî ji bo min serbilindim. Li vir, di girtîgeha hizbî Kurdî de hest bi şermezariyê dikim. Di demek ku ewan kujerên kesên di oxira azadî û jiyana me de, bê suc hiştine. Di yasaya hikûmeta faşîst û desthilata famyayî ya welatê min de ji zordar û celadan tejî bûye. Hemû demê dengê azadî yan tê dîl girtin, yan tê şehîdkirin. Belê wê ti carî neyê birîn.”

 

 

Di dawiyê de wiha jî hate gotin; “Di demek ku em sal vegera bîranîna Kawe Germiyanî de ne, bi sayeya hikûmeta bûrjûva û emperyalîzmê de, gel bi penaber û girtinê re rû bi rû ye.”

 

 

 

(rn)