KNK’ê li Koyê serdana HDK û HDKÎ kir

33

 

 

MIHEMED HESEN-ŞEMAL HESEN/ KOYÊ

 

Şanda KNK’ê destpêkê ku destpêkê serdana Hizba Demokratîka Kurdistanê (HDK) kir, ji aliyê Sekreterê Giştî yê HDK Mistefa Mewludî, endamê desfeta siyasî yê HDK’ê Omer Balekî, endamên HDK’ê Hesen Qadirzade, Nesrîn Hedad, Hejîr Ebdulapor, Pêşewa Elî Por ve hate pêşwazîkirin.

 

 

Piştre şanda KNK’ê her li bajarokê Koyê çû serdana Hizba Demokratîka Kurdistanî Îran (HDKÎ). Şanda KNK’ê ji aliyê endamên polîtburoya HDK’ê Mihemed Nezîf Qadirî, endamên komîteya navendî ya HDK’ê Seyîd Ezîz Nîkçuyan, Dar Natq ve hate pêşwazîkirin.

 

 

Endamê KNK’ê Şukrula Heme Emîn der barê serdana şanda xwe de ku ji ajansa me re axivî, got; “Piştî ew bûyerên di encama referandûmê de li Başûrê Kurdistanê qewimîn, KNK’ê jî biryar da ku li herçar parçeyên Kurdistanê serdana hemû aliyên siyasî bike. Ji bo di vê qonaxa nû de destûr nedin ew bûyerên niha derketine pêş, hîn zêdetir gelê Kurd jê zererê bibîne.”

 

Şukrula Heme Emîn wiha jî got; “Di vê hevdîtina li gel HDK û HDKÎ de xalên hevbeş pir bûn. Ev jî cihê keyfxweşiyê ye. Yek ji wan jî tifaqa dinava Kurdan de ye. Ji ber ku tiştên li Başûrê Kurdistanê rû didin, pêwîstî bi herçar beşên Kurdistanê ve heye, ne tenê Başûrê Kurdistanê.”

 

 

Di dawiyê de jî Şukrula Heme Emîn diyar kir ku wê serdanên wan ên li gel aliyên siyasî li herçar parçeyên Kurdistanê dewam bikin, ji bo hemû alî bi hev re ji vê qonaxa nû re bibin bersiv.

 

(rn)