Li Efrînê 700 ciwan tevlî “Erka Xweparastinê” bûn

26

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Ev dewreya ku bi navê “Dewreya Şehîd Ehmed Ferec” dest pê kiriye û wê nêzî meh û nîvekê dirêj bike, li Kantona Efrînê dewreya 12’emîn a “Erka Xweparastinê” ye

 

Di merasîma vekirina dewreyê de, Serokê Desteya Karê Derve Silêman Cafer, Hevseroka Meclîsa Zagonsaz Hêvîn Reşîd, Cîgira Serokê Desteya Parastinê Dîcle Hisên, nûnerên saziyên civaka sivîl û fermandarên YPG/YPJ’ê,  amade bûn.

 

Destpêkê ji aliyê şervanan ve tureneke leşkerî pêk hat û li ser giyanê pakrawanan deqeyek rêz hate girtin.

 

Dîcle Hisên axivî û destnîşan kir ku, ev erk erka parastina kantonê ye û wê ev şervan bi hemû hêza xwe parastina kantonê bikin, her wiha ji bo li hemberî hemû êrîşan bisekinin jî wê amade bin.

 

Paşê şervanan sond xwarin ku hemû peywirên xwe yên leşkerî bi cih bînin û nehêlin ku tu hêzeke ji derve were û xaka wan dagir bike.

 

Şervanên nû di dawiyê de li ber dengê awaz û stranên şoreşgerî û folklorî govend gerandin.