‘Li gor gotina berdevkê hikûmetê Aştî Hewramî anîne’

26

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Elî Heme Salih bal kişande ser zextên li ser revîna Aştî Hewramî ji bo dervey welat û got; “Li gorî gotinên berdevkê hikûmetê, Nêçîrvan Barzanî Aştî Hewramî aniye. Belê nabêjin di serdanên fermî yên van 65 rojan de çi çêbûye? Li gel kê hevdîtin kiriye?”

 

Elî Heme Salih got; “Ya giring ewe ku divê serokê hikûmetê Aştî Hewramî bîne parlamentoyê û çarenûsa dehata petrolê zelal bike. Piştî wê jî serok û cigirê serokê hikûmetê bên vexwendina parlamentoyê.”

 

Hêjay gotinê ye ku 27’ê Mijdarê 23 parlamenteran li Parlamentoya Herêma Kurdistanê daxwaznameyek ku pêşkêşê serokatiya parlamentoyê kir, daxwaza amadebûna Wezîrê Jêderên Xwezayî yê hikûmetê Aştî Hewramî kirin. Ji bo diyarkirina dehata petrola hatî firotin û sedema ne diyarbûna wî. Aştî Hewramî 2 meh bûn ji Herêma Kurdistanê derketibû.

 

(rn)