Li Hacîava jineke ciwan hat kuştin

22

 

 

ELÎ QADIR /  SORAN

 

 

Li navçeya Hacîava ya girêdayî îdareya Raperîn îro di saetên sibehê de jinek ciwan bi çekê hate kuştin û kesek ji ber bûyerê hate nehatiye binçavkirin.

 

Berdevkê Polîsên Raperîn Şoreş Îsmaîl têkildarî bûyerê ji ajansa me re wiha got; "Temenê wê 18 sal e û keça malê ye. Cihê sê guleyan li ser laşê wê diyar e. Bûyer li odeya mala wê pêk hatiye. Li gorî gotinên xizmên wê, wê bi xwe gule berdane xwe, bi birîndarî dibin Nexweşxaneya Giştî ya Ranya, lê ji ber birîna wê giran e jiyana xwe ji dest dide."

 

Şoreş Îsmaîl  ragihand ku cenazeyê wê ji bo Tiba Edlî ya Ranya hatiye şandin, ji bo bê zanîn ka hatiye kuştin yan wê dawî li jiyana xwe aniye.

 

Şoreş Îsmaîl  ragihand ku li ser bûyerê lêkolînê dest pê kiriye û heya niha ti kes nehatiye binçavkirin.

 

(ab/rn)