Xwediyên jeneratoran: Eger daxwazên me neyên cih em ê ceryanê qut bikin

31

 

 

ROZE MIHEMED / SILÊMANÎ

Li Silêmaniyê îro xwediyên jeneratoran li ber avahiya Rêveberiya Ceryana Silêmaniyê xwepêşandanek li dar xistin û daxuyanî dan.

 

Cîgirê Serokê Komeleya Xwediyên Jeneratoran Kemal Celal daxuyanî xwend û wiha got; "Em bi ti rengî girêdayî biryara qeymeqam nabîn. Ji ber ku li gorî peymana di navbera Rêveberiya Ceryanê û xwediyên jeneratoran nirxê saeteke ceryanê 49 dînar e ne 42 dînar e. Ji ber kêmbûna ceryana niştimanî jenerator zêdetir kar dikin. Ji ber krîza aborî û nebûna mûçe, xwediyên jeneratoran nikarin dahata xwe kom bikin. Welatî dibin deyndarê wan."

 

 

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin; "Divê gaz ji bo jeneratoran were dayîn. Her wiha pêwîst e ji bo saetên karkirina jeneratoran bernameyek were dayîn. Em hemû aliyên peywendîdar agahdar dikin ku ji bo parastina berjewendiyên welatiyan divê sibe heya saet 13.00'an bersiva daxwazên me werin dayîn, yan na wê ji niha û pêve hemû jeneratorên Silêmaniyê vemirî bimînin."

 

(ab/rn)