Rayedaran guh neda xwendekaran rê girt

25

 

 

SILÊMANÎ/ROJNEWS

 

 

Xwendekarên Beşa Tibê ya Zanîngeha Silêmaniyê bi armanca şermezarkirina tunebûna ava vexwarinê û ya germ, her wiha tunebûna ceyrana li Mala Xwendekaran (yurd) çalakiyek li dar xist.

 

Çalakî şevê din saet di 21.00'an de çerxerêya Îskan a li hemberî Zanîngehê hat lidarxistin. Di çalakiya ku saetekê dom kir de xwendekar li ser rê rûniştin û xwestin ku li yurdê xizmetguzariyek baş bê kirin.

 

Xwendekarên ku têkildarî mijarê ji ajansa me re axivîn, diyar kirin ku li yurdê ava vexwarinê qirêj e, her wiha ava gerim nîn e û nikarin pêdiviyên xwe yên paqijiyê bi cih bînin.

 

 

Xwendekaran destnîşan kirin ku rayedarên yurdê beriya niha soz dane ku dê pirsgirêkan çareser bikin, lê heta niha tiştek nekirine û êdî baweriya wan pê nayê.

 

 

Xwendekaran bi bîr xistin ku wan der barê mijarê de bi Serokatiya Zanîngehê û Serokatiya Mala Xwendevanan (Yurd) jî hevdîtin pêk anîne, lê tevî sozên hatine dayîn jî pêngav nehatiye avêtin.

 

 

Çalakvanan anîn ziman ku êdî bi hevdîtinan encam nehatiye girtin, lewma wana dest bi çalakiyên bi vî rengî kirine û ger ku daxwaza wan neyê bicîh anîn, ew ê çalakiyên cur bi cur lidar bixin.

 

 

Rayedarên zanîngehê: Em ê pirsgirêkan çareser bikin

 

Di dema çalakiyê de Rêveberê Mala Xwendevanan Cemal Nesredîn jî hat cem xwendekaran û hevdîtin pêk anî. Neserdîn diyar kir ku ew ê pirsgirêk ava gerim çareser bikin û ji bo pêşwazîkirina daxwazên din ên xwendekaran jî wê di nava hewldanan de bin.  Nesredîn anî ziman ku ew her 3 mehan carekê jî ava vexwarinê kontrol dikin û ger ku pirsgirêk tê de hebe, çareser dikin.  

 

(rn)