Rojnameger Kawa Germiyanî li ser gora xwe hate bîranîn

19

 

 

BOTAN GEMIYANÎ / GERMIYAN

Li navçeya Kelar a Germiyan îro şehîdê pênûsê Rojnameger Kawa Germiyanî di 4. salvegera qetilkirina xwe de, li ser gora xwe bi merasîmekê hate bîranîn. Di merasîmê de axaftin hatin kirin. Qetilkirina Kawa hate şermezarkirin û daxwaz hat kirin kujer werin cezakirin.

 

Birayê Şehîdê Pênûsê Kawa Germiyanî, Karwan Ehmed ji ajansa me re wiha got; "Em di vê rojê de ji desthilatê re dibêjin, em dest ji xwîna azadîxwazan bernadin. Em ji vê bawer in ku heta em vî welatî nekîn xwedî sîstem dest ji wan bernadin. Em biryara ti dadgehan qebûl nakin. Ji ber ku kesên li dadgehan kesên nexwendekar in û bi biryara hizban li wir kar dikin. Li pişt şehîdkirin û bêdengkirina dengên azad in."

 

 

Karwan Ehmed axaftina xwe wiha bi dawî kir; "Tişta ku Kawa Germiyanî ji bo wê têkoşîn dikir, hê bi dest neketiye. Lê em ê bi dest bixwin. Ji ber roj bi roj dengên azad zêde dibin. Wê ev berpirsên sûcdarên rijandina xwînê jî nemînin."

 

Endamê Komîteya Amadekirina merasîma bîranînê, Ceza Mhemed jî wiha got; "4 sal li ser terorkirina Kawa Germiyanî re derbas dibe. Ev 4 sal e em bi bîr tînin. Em ê bi giştî îro 3 çalakiyan bikin. Em ê bi merasîmê xelatên bîrdariyê yên Kawa Germiyanî bidin rojnamegerên weke Kawa azad û wêrek."

 

 

Ceza Mhemed diyar kir ku wê îro li cihê Kawa lê hatiye şehîdkirin, bi dost û rojnamegeran re mûman pê bixin û got; "Em ê beriya dema hat qetilkirin bi saetekê rawestin û mûma pê bixin û heta saeta hat terorkirin li wir bisekinin."

 

Rojnameger Kawa Mihemed Ehmed Germiyanî yê Edîtorê Kovara Rayel û nûçegihanê radyoya Azadî bû. Germiyanî şeva 5′ê Kanûna sala 2013′an li bajarê Kelar li pêşiya mala xwe, ji aliyê 3 çekdarên nasnameyên wan nediyar bûn, hat şehîdxistin.

 

(ab/rn)