‘Wê Ebadî berpirsê yekem ê xerabûna rewşa Kerkûkê be’

24

 

 

RÊBAZ SEBAH / KERKÛK

 

 

Parlamenterê YNK'ê yê Bexda Mihemed Osman îro li Ofîsa Parlamentoya Iraqê ya Kerkûkê têkildarî rewşa Kerkûkê ya piştî hatina Heşdî Şebî û artêşa Iraqê daxuyanî da. Osman diyar kir ku eger rewş wiha be, wê serî li dadgeha navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekîtiya Ewropa bidin.

 

Parlamenterê YNK'ê yê Bexda Mihemed Osman wiha got; "Piştî bûyerên 16'ê Cotmehê, Kerkûk, Daqûq û Xurmatû di rewşeke xerab û metirsîdar re derbas dibin. Bi taybet li Daqûq û Xurmatû êrîş û sûc tên kirin û hemû nirxê mirovahiyê derbas kirine. Binpêkina mafê mirovan û destûra Iraqê tê kirin. Dikeve asta jenosîda gelê Kurd. Piraniya binpêkirinên çêbûne hatine tomarkirin û çend komên di nava Heşdî Şebî de van bûyeran dikin."

 

Mihemed Osman wiha domand; "Em dipirsin, kîjan benda destûra Iraqê rê dide kuştina Kurdan? Bi rengê hovane bi wesayîtê ve li erdê kaş dikin heya jiyana xwe ji dest didin. Kîjan qanûn rê dide revandina Kurdên sivîl û windakirina wan, kîjan qanûn rê dide mal û milk, dikanên  Kurdan werin şewitandin? Heya niha ji berdewame. Li gorî kîjan qanûnê li nuqteyên kontrolê heqaret li Kurdan tê kirin? Kîjan destûr rê dide navendên partiyên Kurdan werin dagirkirin ku qanûn û destûr rê dane wan karên xwe yên hizbî bikin."

 

Mihemed Osman diyar kir ku cihê çend berpirsan tenê ji ber ku Kurd in hatine guhertin û bê ku destûr rê bide kesên ne Kurd li cihê wan erkdar kirine û wiha pêde çû; "Kîjan destûr rê dide bi dehan hezar Kurd koçber bibin, li ser destê hêzên Iraqê, li ber çavê Fermandarê Giştî yê Artêşa Iraqê ku bêdengî hilbijartiye. Gelo erkê hêzên Iraqê parastina gele yan jî derxistine? Li Xurmatû dest danîne li ser zêdetirî 500 malan û zêdeyî 2 hezar mal jî talan kirine. 250 mal şewitandine. Ji derveyî dikan û cihên din. Zêdeyî 51 malan hatine teqandin. Li Kerkûk, Daqûq û Xurmatû revandin û êrîşên li ser Kurdan berdewame. Ji ber vê yekê êdî em li hemberî rewşê bêdeng nabin. Divê çareyek ji bo vê rewşê bê dayîn. Ger rewşa aloztir bibe û neyê çareserkirin berpirsê yekem Heyder Ebadî ye."

Mihemed Osman herî dawî got; "Divê rewşa heye were asayîkirin û her kes rol bigire. Pêwîst e di demek nêz de hêzeke hevbeş û bi bawer were avakirin û berpirsyartiya  parastina herêmê bigire. Ji bo ku rewş asayî bibe. Ev yek jî erkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Iraqê Heyder Ebadî ye. Divê ji bo vegera koçberan zemîn were amadekirin. Eger rewşa baş nebe, em ê serî li Dadgeha Navneteweyî, Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî din û belgeyan pêşkêş bikin. Dozê vekin. Her wiha daxwazê bikin ku hêzên ewlehiyê yên navneteweyî ji bo asayîkirina rewşê li van herêman werin bicihkirin."

 

(ab/rn)