Baca cigare, alkol û nargîleyê ji sedî 50’î zêde dibe

31

 

 

QEREÇÛX ENWER / HEWLÊR

 

 

Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Rêkewt Heme Reşîd îro li Hewlêrê daxuyanî da.

 

Dr. Reşîd got; "Li cîhanê sîstema peydakirina dahatê ji bo Wezareta Tenduristiyê bi bac û zêdekirina nirxê tiştên ziyanê dide yên weke nargîle, şarab û cigareyê ye. Ji ber vê Desteya Wezîran a Herêma Kurdistanê li ser daxwaza Wezareta Tenduristiyê ji sedî 50 baca hemû made û berhemên ziyanê didin mirovan zêde kiriye."

 

Dr. Reşîd axaftina xwe wiha domand; "Em ê dahata vê bacê ji bo pêwîstiyên Wezareta Tenduristiyê û nexweşên bikarhênerên van madeyan bi kar bînin. Wê di demeke nêz de biryar bikeve meriyetê. Me destûrdana cihên nargîle û cafeyan rawestandiye. Em ê di civîna bê ya Desteya Wezîran de li ser biaxivîn."

 

Dr. Reşîd her wiha diyar kir ku Wezareta Tenduristiya ya Iraqê ji bo dermanê sala 2018'an 180 milyar dînar ji bo Herêma Kurdistanê veqetandiye.

 

(ab/rn)