Di nava 24 saetan de li Xaneqînê 3 kes hatin revandin

30

 

 

EMÎR XENQÎNÎ / XANEQÎN

 

 

Ji 17'ê Cotmehê ve ku hêzên Heşdî Şebî û artêşa Iraqê ketin bajaroka Xaneqîn a Diyala revandina welatiyan zêde bû. Di nava 24 saetên bihurî de 3 welatiyên din hatin revandin û heya niha ti agahî ji wan nayê girtin.

 

Li gorî agahiyên bi dest ketine şevê din welatiyekî koçber li Xaneqînê hatiye revandin. Hate ragihandin ku welatiyê hatine revandin xelkê bajaroka Şareban e û ji sala 2014'an ve hatiye Xaneqînê.

 

Duh jî li gundê Mihemed Ebas ê dikeve bakurê Xaneqînê du welatiyên cot dikirin hatin revandin û wesayîta wan ji li gel wan birîbûn. Heya niha çarenûsa wan kesan nediyar e û nayê zanîn ji aliyê kê ve hatine revandin.

 

(ab/rn)