MAXMÛR / ROJNEWS

 

 

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine girtin li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê ne teqîn, êriş pêk hatiye. Têgotin ku êriş ji aliyê eskerên artêşa Tirk ya li ser axa Iraqê bi cih bûne ve hatiye kirin. Lê, têkildarî cûreya êrişê hîn agahiyên berfireh ne hatine bidest xistin.

 

Ji bo çar welatiyên ku di encama êrişê de birîndar bûne û rakirine nexweşxaneya Rojava banga bexşandina xwînê hate kirin.

 

Balkêşe ku êriş li hember wargeha ku dibin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de hatiye kirin. Li wargeha penaberan a Mexmûrê 15 hezar mirov ji ber zextên dewleta Tirk penaber bûne û li wir niştecih bûne.

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here