Fermandar Şengalî: Rêber Apo hebûn û jiyana me ye

28

 

 

HÊLÎN ASMÎN/ŞENGAL/ROJNEWS

 

 

Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji aliyê dewleta Tirk ve ku tê pêşxistin, Kurdistanî li her cihên lê li hember tecrîdê bertek û nerazîbûnên xwe bi çalakî û aktîvîteyên cuda nîşan didin. 

 

Têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li herêma Şengalê yek ji fermandarên Asayîşa Êzîdxan Rekan Şengalî ku ji hevala me ya rojnamevan Hêlîn Asmîn re axivî, tecrîd bi tundî şermezar kir û got: “Em jî wek gelê Êzîdî dibêjin hebûna me bi ya Rêberê me re ye. Tecrîda li ser Rêberê me heman demê li ser me ye jî.”

 

‘Şervanên Rêbertî  hatin em ji çeteyan xelas kirin’

 

Şengalî da xuyakirin ku di dema fermanê de gerîlayên azadiyê yên xwe bi felsefe û fikrê Ocalan gurçûpêç kiribûn hatin bi hawara Şengalê ve û wiha dewam kir, “Ez dikarim bêjim ku eger gerîla û şervanên azadiyê nebûna wê zarokên me hemû ji birçîbûnan li serê çiyayên Şengalê miribana, şervanên Rêbertî  hatin em ji çeteyan xelas kirin. Ji bo me xwe feda kirin. Ev fikir û felsefe ye ku heta niha me dide jiyîn û diparêze.”

 

‘Em fedayiyên Rêber Apo  ne’

 

Şengalî anî ziman Rêberê PKK’ê Rêberê hemû gelan e û got: “Heta ku Rêber Apo li Îmraliyê be  ji bo me jî xweşî û şahî çênabe. Pêwîst e em vê baş bizanin: “Em amade ne heta Rêberê me rizgar nebe em ê nesekinin. Em fedayiyên Rêber Apo ne. Ji ber ku Rêber Apo hebûn û jiyana me ye.”

 

Bangawazî

 

Fermandar Şengalî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Daxwaza me ji cîhanê û ji hemû gelê bindest ew e ku rabin ser xwe, xwedî li fikir û felsefeya Rêber Apo derkevin. Ev erka mirovahiyê ye. Ji bo vê jî wek mirov em ê erka xwe pêk bînin. Îro hemû dewletan xwe bêdeng kiriye da ku berjewendiyên xwe pêk bînin. Ez wan dewletan şermezar dikim.”

 

(rn)