Greva girtiya siyasî Celaliyan didome

21

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan a  li Girtîgeha Bajarê Xoyê ya Parêzgeha Urmiyê girtiye, bi mebesta nerazîbûna li hemberî binpêkirina mafê wê yê tedawiyê, ji zivistana par ve dest bi greva ku dermanan wernegire kiriye û hê çalakiya xwe berdewam dike.

 

Her wiha hate ragihandin ku rayedarên Girtîgeha Xoyê rê nadin malbata Celaliyan pê re hevdîtinê bike. Duh jî berpirsên leşkerî bêrêzî li dijî Celaliyan kiriye, li hember wê Celaliyan xwe parastiye.

 

Parêzerê Zeyneb Celaliyan, Emîr Salar Dawidî di meha Gulana îsal de bi nameyekê Serdozgerê Giştî yê Dadgeha Îranê ji rewşa tenduristiya Celaliyan a xerab hişyar kiribû.

Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan di sala 1982'an de li gundê Dîm Qişlaxî yê Parêzgeha Mako ji dayik bûye û sala 2007'an li Kirmaşanê ji aliyê hêzên Îranê ve hate girtin û hê di girtîgehê de ye.

Zeyneb Celaliyan bi hînceta endama Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) e, hatiye êşkencekirin û di dadgehkirina çand deqeyî de cezayê darvekirinê lê hate birîn.

 

Hêjayî gotinê ye ji ber zextên hewldanên cuda û çalakvanên mafên mirovan cezayê darvekirinê yê girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan veguherandin cezayê muebetê.

 

(ab/rn)