Hêzên PDK’ê aktîvîst Zerdeştî desteser kirin

21

 

 

DUHOK / ROJNEWS

 

 

Li Duhokê îro ji berî nîvro hêzên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) avêtin ser mala aktîvîst Kazim ê bi Takur Zerdeştî tê naskirin û desteserkirin.

 

Li gorî çavkaniyekê, di nava 3 rojan de çend caran hêzên asayîşê bi ser mala Takur Zerdeştî de girtine, lê ji ber ku ne li mal bû nedihat desteserkirin, lê îro dema li mal bû hate desteserkirin.

 

Takur Zerdeştî yek ji aktîvîst û çalakvanê herêma Behdînanê ye û bi rêya tora civakî rexneyên tund li desthilata Başûrê Kurdistanê dike. Takur Zerdeştî dosyaya rojnamegerên hatine qetilkirin, bi taybet rojnameger Wedat Hisên û Serdeşt Osman dişopand û timî beşdarî çalakiyan dibe.

 

(ab/rn)