Hisamedîn: Ceyrana ji bo herêmê tê dayîn têr nake

23

 

 

HAWKAR MISTEFA / SILÊMANÎ

Ji ber ne dabînkirina sotemeniyê ji bo welatiyên herêma Kurdistanê salane di demsala zivistanê de giraniyeke zêde dikeve ser ceyranê û amûrên germkirinê yên ser ceyranê zêde tên bikaranîn. Hikûmeta herêmê jî sotemenî nade navendên ceyranê da ku ceyranê hilberîne, hikûmeta Iraqê jî bi dabînkirina sotemeniyê ceyrana çend navendên ceyranê ji xwe re dibe.

 

Endamê Rêveberiya Giştî ya Ceyrana Silêmanî Salar Hisamedîn ragihand ku li devera parêzgeha Silêmanî ji ber hatina demsala zivistanê daxwaza bikaranîna ceyranê zêde bûye û got: “Pêwîstiya bi ceyranê herî zêde di demsala zivistanê de çêdibe û pêwîstiya hemû malan û pîşesazî bazirganî digihije 2500 megabytî. Ji vê rêjeyê jî ji sedî 70 ji bo malan tê dayîn, ji sedî ji bo cihên taybet  û ew jî dimîne ji bo cihên hikûmî û zîraetê.

 

 

Hisamedîn di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Wezareta Ceyranê niha dikare zêdeyî 2800 megabyt ceyran hilberîne. Ji vê rêjeyê jî 300 megabayt ji bo devera parêzgeha Mûsil tê dayîn, Her wisa 250 megabayt dide devera parêzgeha Kerkûkê û herêmên 140, di heman demê de 250 megabyt dide kargehên mezin, a dimîne jî li ser her sê parêzgehên herêmê tê dabeşkirin û Helebce jî li ser Silêmanî tê dayîn.”

 

Hisamedîn di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ji vê rêjeya ceyranê ku ji bo parêzgehên herêmê tê dayîn jî ji 34 megabyt dimîne ji bo parêzgeha Silêmanî, Helebce, îdareya Germiyan û Raperîn. Ev jî pêwîstiya van hereman bi cih nayîne û em jî pê ne razî ne.

 

Têkildarî firotina ceyranê ji aliyê hikûmeta herêmê ve ji bo hikûmeta Iraqê jî Salar Hisamedîn wiha got: “Hikûmeta herêmê nikare hemû santralên ceyranê bi rêya sotemenî bixebitîne. Ji lewma hikûmeta Iraqê bi şertekî ku ceyranê bide parêzgeha Mûsilê sotemenî ji bo van santralên ceyranê dide. Vê li hevkirinê Şîrketa Kar li Hewlêrê û Şîrketa Qeywan li Silêmaniyê îmze kirine, ti pêwendiya xwe hikûmeta herêmê û wezareta ceyranê re nîne.

 

(rn)