Ji ber teqîna mayînê welatiyekî jiyana xwe ji dest da

32

 

 

HEWKAR MISTEFA / HELEBCE

 

 

Li Çiyayê Asin Kulên ê navçeya Pênciwên a Silêmaniyê îro dema ku du welatiyên xizmên hev hesinên kevin kom dikirin mayîn bi wan ve teqiya û di encamê de yekî ji wan jiyana xwe ji dest da.

 

Qeymeqamê Pênciwên Zana Rehman têkildarî bûyerê ji ajansa me re wiha got; "Îro di encama teqîna mayîneke ji dema şerê di navbera Iraqê û Îranê de maye, welatiyekî 20 salî jiyana xwe ji dest da. Ew welatî li gel xizmekî xwe yê din li hesinên kevin digeriyan."

 

 

Zana Rehman diyar kir ku welatiyê jiyana xwe ji dest daye ji navçeya Seyidsadiqe û got ku kesê li gel jî ji ber ku jê dûr bû selamet e.

 

Zana Rehman ragihand ku ji bo lêkolînê cenaze ji bo Tiba Edlî ya Silêmaniyê hatiye şandin û bang li welatiyên navçeyê kir ku eger ne pir pêwîst be neçin çiya û got; "Ji ber barîna berf û baranê cihê mayînan hatine guhertin. Ji ber vê nayên zanîn mayîn li kîjan cihî hene û herî zêde metirsî li ser jiyana welatiyan çêdike."

 

(ab/rn)