Li gundê Celîz ê Rojhilat gelek kes hatin desteserkirin

22

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Hate ragihand ku hêzên rejîma Îranê yekşema bihurî li derdora gundê Celîze yê deşta Ebadî ya ser bi parêzgeha Îlamê girtine û roja duşemê êrîşî gund kirine zêdetirî 50 kesan desteser kirine û heqaret li jinan kirine.

 

Hate ragihandin ku armanca hêzên rejîma Îranê desteserkirina zeviyên gundiyan bûn. Li gorî agahiyên bi dest ketine hêzên rejîmê bi .oyan û gaza îsotan li jinên karker dane û  nêzî 50  jin û mêr desteser kirine.

 

Şîrketa Îskay a  girêdayî Artêşa Îranê ragihandiye ku ev zeviyên gundiyan yê wan e û ji ber vê hêzên çekdarî bi ser gund de girtine.

 

Piştî êrîşê welatiyên gundê Celîze ber bi gundên derdorê ve çûne û ji wan beşek jî hatine desteserkirin.

 

(ab/rn)