‘Mînakên hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê kêm tên dîtin’

34

 

 

HOZAN ZUBÊR / ROJNEWS

 

 

Li Bakurê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê 1’ê Kanûnê hilbijartinên meclîsên bajar û bajarokan pêk hatin. Helbestvan û Nivîskarê Iraqî Elî Xewar têkildarî girîngiya van hilbijartinan ji ajansa me re axivî.

 

Xewar ku yek ji endamên şandeya çavdêriya hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê bû wiha got; "Me hilbijartineke bi mînak û mînakên wê li Rojhilata Navîn û bi taybet cîhanê kêm in, dît. Ji ber ku nûnertiya demokratîkbûna rasteqîn dike. Nûnertiya bihevrejiyanbûna xelkê û yekîtiya neteweyî dike."

 

Xewar bal kişand ser beşdarbûna jinan a ji hilbijartinan re û wiha domand; "Bandoreke beşdarbûna jinan hebû. Rêveberiya jinan ji ya mêran zêdetir bû. Ev pêngav weke şoreşeke jinê bû. Eger mînakên vê hilbijartinê li her welatekî cîhanê pêk were, wê demê dikarin bêjin ew dewlet adil û demokrat in."

 

Xewar diyar kir ku eger Iraq hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê ji xwe mînak bigire û pêk bîne wê rewşa Iraqê baştir bibe û got; "Dibe ku zehmet be. Ji ber sedema aloziyên hizbî û mezhebî û neteweyî yên şovenî. Li gel vê jî li Iraqê federaliyet bi cih nebûye. Tişta em li ser hilbijartinê dibêjin ne tenê axaftinên xweşin. Ew hilbijartinên me li Bakurê Sûriyeyê dîtin, li tevayî cîhanê dikarin bibin mînak."

 

(ab/rn)