‘Peyama Kawe Germiyanî sînor derbas kirin’

19

 

 

BOTAN GEMIYANÎ / GERMIYAN

 

 

Li navçeya Kelar a Germiyan duh êvarî saet 20.00'an rojnameger Kawe Germiyanî li mala ku lê hat qetilkirin ji aliyê hevpîşe û welatiyan ve hate bîranîn. Bîranînê beriya kêliya Kawe hatibû şehîdkirin bi saetê dest pê kir û heya saeta hetibû şehîdkirin berdewam kir.

 

Rojnameger Niyaz Ebdullah ku li Hewlêrê hatibû beşdarî bîranînê bibû, ji ajansa me re wiha got; "Kawe Germiyanî berî niha bi 4 salan hate terorkirin, lê tişta ku me li vir kom dike, peyama wî ye ku li hemberî gendelî, sîtemkarî û astengiya azadiyê radiwestiya. Ji ber axaftinên Kawe Germiyanî ew bi guleyan şehîd kirin, lê belê nekarin ruhê Kawe ji holê rakin. Vaye dîsa piştî 4 salan hevrêyên wî li heman cihî banga azadiyê dikin."

 

 

Rojnameger Niyaz Ebdullah axaftina xwe wiha domand; "Peyama Kawe Germiyanî sînorê Germiyan derbas kir û bûye peyama tevahiya azadîxwazên cîhanê. Divê ew gendelkar û qatil dengê azadiyê ji dosya Kawe Germiyanî fêr bibin. Ew ên ku destê wan di kuştina rojnameger û dengên azad de hene, dest ji vî karî berdin. Bi ti rengî dengê azad nayê bêdengkirin û berfirehtir dibe."

 

Endamê Komîteya Bîranînê Mihemed Rehîm jî wiha axivî; "Mixabin sal bi sal karê rojnamegeriyê girantir dibe. Ji ber ku sal li pey salê dosyayên terorkirina rojnamegerek din diçe dadgehê û yek ji van dosya ji nayê yekalîkirin."

 

 

Her wiha di heman malê de pêşangehek a ji amûrên rojnamegerî û berhemên Kawe Germiyanî pêk dihat hate vekirin.

 

Bîranîn bi dirûşma 'Azadî, Azadî û Kawe namire' bi dawî bû.

 

 

 

 

 

(ab/rn)