Piştî Silêmanî Qesrî Şîrîn û Kelar jî hejiyan

23

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Navenda Tespîtkirina Erdhejan û Beşa Jeolojî ya Zanîngeha Tehranê ragihand ku îro saet 10:57’an  erdhejeke bi dijwariya 4.6 pileyî  û bi kûrahiya 7 km li bajarê Qesrî Şîrîn a ser bi parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê rû da.

 

Her wiha heman erdhej li bajaroka Kelar a ser bi navenda Germiyanê ya Başûrê Kurdistanê ku dikeve ser sînorê bajarê Qesrî Şîrîn û Bugêr hate hîskirin. Bi gotina pisporan erdheja Kelarê jî mîna heman pileya erdheja Qesrî Şîrîn e.

 

Îro serê sibehê erdhejek bi dijwara 4.5 pileyî li bajarê Silêmanî û derdora wê jî rû dabû.

 

(rn)