Rêbiwar Reşîd: Îran û Tirkiye li dijî Kurdan peymanan çêdikin

28

 

 

MIHEMED HESEN / RANYA

 

 

Hevserokê Giştî yê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Dr. Rêbiwar Reşîd têkildarî metirsiyên planên dewleta Tirk û Îranê yên li dijî gelê Kurd ji ajansa me re axivî.

 

Hevserokê Giştî yê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Dr. Rêbiwar Reşîd ku li Başûrê dest bi hevdîtinên aliyên siyasî kiriye wiha got; "Dewleta Tirk û Îranê dixwazin di warê leşkerî û siyasî de peymanên zêdetir çêbikin. Her wiha peymana wan a siyasî hene, ji bo ku xelkê Kurdistanê komkujî bikin. Ev bombebaranên vê dawî di vê çavçoveyê de pêk tên."

 

Dr. Rêbiwar Reşîd diyar kir ku Îran û Tirkiye dixwazin li dijî gelê Kurd şerekî derûnî bidin meşandin û wiha domand; "Di dema bihurî de diyar bû ku dewleta Tirk mercên giran ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê danî. Armanca wê ew e ku zêdetir bixe dibin kontrol û desthilatdariya xwe. Dewleta Îranê jî bi vê niyetê û bernameyê kar dike, di vê çarçoveyê de karên hevdu temam bikin."

 

Dr. Rêbiwar Reşîd bal kişand ser hewldanên KNK'ê û wiha axivî; "Ji bo me danûstendinên di navbera aliyên Kurdî û xebatên azadiya xaka Kurdistanê wê berdewam bikin. Ji bo xurtir û zêdetir em li hemberî sîstema dagirkeran rawestin û planên wan pûç bikin."

 

(ab/rn)