Rûniştina doza Yuksekdag dest pê kir

38

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Rûniştina sêyemîn a doza Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya Girtî Fîgen Yuksekdag li Hêwana Dadgehê ya Girtîgeha Sîncanê, Enqerê dest pê kir.

 

Dema ku Yuksekdag anîn dadgehê wekîlan li çepikan dan, serokê dadgehê helwesta xwe li dijî çepikan nîşan da.

 

Hevseroka HDP’ê Serpîl Kemalbay, Hevserokê DBP’ê Mehmet Aslan, Hevseroka SYKP’ê Tulay Hatîmogulları, gelen endamên EMEP û HDP’ê danişînê dişopînin.

 

Hate diyarkirin ku nûçegihanên ne bi karta zer in û şandeya biyanî wê nikaribin dozê bişopînin lê piştî hevdîtina destûr derket ku şandeya biyanî were hêwanê.