Xwediyên jeneratoran di biryara xwe de bi israr in

32

 

 

DANA OMER / SILÊMANÎ

 

 

Li gorî bernameya hatiye dayîn divê xwediyên jeneratoran rojane saet 10:00'an jenaratorên xwe pê bixin û ceryanê bidin gel, lê îro ceryan nedan û dest bi grevê kirin.

 

Nûnerê Xwediyên Jeneratoran ên li Silêmaniyê  Karwan Tarîq ji ajansa me re wiha got; "Me biryar daye bi birîna ceryanê em daxwazên xwediyên jeneratoran ên li Silêmaniyê û derdora wê, bi Rêveberiya Giştî ya Ceryanê bidin pejirandin. Daxwaza me ew e ku sotemenî were dayîn. Her wiha Komîsyona Ceryana Jeneratoran were guhertin, ji ber ne xwedî ezmûn in. Ji ber vê  yek ji şertê me guhertina komîsyonê ye."

 

Tarîq diyar kir ku heya daxwazên wan pêk neyên wê ceryanê nedin.

 

Li Başûrê Kurdistanê ji ber sedema ku di nava 24 saetan de tenê 8 saet ceryana niştimanî tê dayîn, ji bo taxan jenerator hatine dayîn û saetên ceryana niştimanî nîne, ceryanê bi pere didin gel. Lê ji ber krîza heyî hikûmet weke berê sotemeniyê nade wan, nikarin mîna berê ceryanê bidin.

 

(ab/rn)