Yehya Omer: Divê çapemenî hestên gel berçav bigire

16

 

 

ROZE MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Li ser naverok û armanca semînerê Dr. Yehya Omer ku ji ajansa me re axivî û got; “Siyaset û rewşa siyasî û danûstandinên gel beşekî zêde vedigerine ser ew atmosfera ku ji aliyê çapemeniyê ve tê çêkirin.”

 

Yehya Omer wiha dewam kir; “Di rêvebirina gel de rolê dezgehên ragihandinê heye. Çapemeniyê kariye rolek baş bilîze ku siyasetmedar û rayedar gendelî nekin. Her wiha di agahdarkirina gel de ji bo xwepêşandan û çalakiyan rol lîstiye.”

 

 

Hehya Omer diyar kir ku di bûyerên buhrî de rola çapemeniyê hebû û got; “Çapemenî di bûyerên buhrî de xwedî rolek neyînî bû. Bi taybetî di tirsandina gel de. Divê exlaqê rojnamegeriyê berçav bê girtin. Bi taybetî hest û hesasiyetên gel berçav bên girtin. Divê bê ku hewl bidin bûyerê zû bigehînin ji bo qenala xwe, hestên gel berçav bên girtin. Gelek caran ji bo dezgehên ragihandinê bûyerekê zû ragihînin dikevine nava şaştiyê de.”

 

 

(rn)