‘Berpirsê ewlehiya Wargeha Mexmûrê Iraq û Herêma Kurdistanê ye’

23

 

 

ROZE MIHEMED / SILÊMANÎ

 

 

Parlamenterê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) yê Parlamentoya Iraqê Ferhad Qadir têkildarî êrîşa şevê din li dijî cihê Hêzên Parastina Cewherî ya Wargeha Mexmûrê pêk hat û şehîd û birîndar çêbûn, ji ajansa me re axivî.

 

 

Ferhad Qadir wiha got; "Li gorî qanûnên navneweteyî û qanûna parastina Iraq û Herêma Kurdistanê nabe welatî bibin armanca êrîşan, bi taybet di rewşa koçberbûnê de. Ev bûyer li dijî qanûnên mafê mirovan e."

 

Ferhad Qadir axaftina xwe wiha domand; "Erkê hikûmeta navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê ye aramî û ewlehiya Wargeha Mexmûrê û her koçberekî li ciheke din be biparêze. Berpirsê yekem ji hikûmeta Iraqê ye. Ji bo ku bûyerên wiha dubare nebin em ê hemû rêyan bi kar bînin."

 

(ab/rn)