Bertekên li hember biryara Trûmp a Qûdsê

29

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Rêveberiya Filistînê û Lîga Ereb dan xuyakirin ku DYA rola xwe ya navbeynkariyê ji dest daye. Gelek welatan jî dan xuyakirin ku ew ji ber xeteriya rûdana şer bi fikar in.

 

Donald Trûmp ku Qûds weke paytexta Îsraîlê nas kir, di heman demê de got ku ew alîgirê çareseriyek bi rêbaza du dewletan e. Lê belê ev daxuyanî, teza ku dibêje 'Qûds bi temamî ya Îsraîlê ye' xurtir kir û hat wateya redkirina daxwazên gelê Filistînê.

 

Trûmp di dewama daxuyaniya xwe de banga 'aramiyê' li aliyan kir û ragihand ku alîkarê wî Mîke Pence wê di rojên pêş de biçe herêmê. Trûmp, tevî ku demek diyar nekir jî ragihand ku wî ferman daye ji bo Sefaretxaneya Bilind a DYA ya li Tel Avîvê bar bike Qûdsê. Tê texmînkirin ku barkirina sefaretxaneyê bi salan dewam bike.

 

Biryara Trûmp ku duh bi rengekî fermî ragihand, li gelemperiya cîhanê rê li ber bertekan vekir. Li Kongreya DYA jî gelek hilbijartiyan destek dan vê biryarê.

 

Serokê Meclîsa Nûneran ê ji Partiya Komarger Paûl Ryan got, "Demeke dirêj bû ku li benda rojeke bi vî rengî bûn." Ryan îdîa kir ku Qûds 'paytexta nayê parçekirin' a Îsraîlê ye û bi vî rengî ji Trûmp jî wêdetir helwestek nîşan da.

 

Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Kongreyê Elîto Engel jî da xuyakirin ku hikûmeta Îsraîlê ji xwe li Qûdsê ye û biryara Trûmp jî 'sererastikrina neheqiyeke dehan salan e'.

 

Tevî ku hin senatoriyên ji Partiya Demokrat û endamên Meclîsa Nûneran destek dabin biryarê jî, piraniya endamên partiyê li dijî biryara Trûmp derdikevin.

 

Demokrat dibêjin 'biryar zû hatiye girtin' û destnîşan dikin ku ev yek wê şîdeta li herêmê sortir bike. Seroka Koma Partiya Demokrat a li Meclîsa Nûneran Nancy Pelosî hişyarî da ku biryar wê 'belasebep' tansiyonê bilind bike û karê bicihanîna aştiyê zehmet bike.

 

Senatorê Komarger John McCaîn jî li ber rêbaza Trûmp rabû. McCaîn destnîşan kir ku biryara li ser statuya timî û zelal a Qûdsê ancax ji aliyê gelên Fîlîstîn û Îsraîle ve di çarçoveya pêvajoyeke aştiyê ya navneteweyî de bê girtin.

 

Serokwzîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû daxuyaniya Trûmp 'silav' kir û got, biryar 'dîrokî' ye. Netanyahû ji dewletên din ên cîhanê jî xwest ku DYA ji xwe re bikin 'mînak' û sefaretxaneyên xwe li Qûdsê bi cih bikin.

 

Serokdewletê Filistînê Mahmûd Abbas nerazîbûn nîşanî biryarê da û anî ziman ku DYA wê nema karibe demeke dirêj rola xwe ya navbeynkariyê bidomîne. Abbas got, "Ev tedbîrên ku nayên qebûlkirin û bi xweşbînî nayên dîtin, bi zanebûn hemû hewldanên ji bo aştiyê binax dikin."

 

Sekreterê Giştî yê Lîga Ereb Ahmed Ebû el Gayt jî anî ziman ku biryar weke derbekê li têkiliyên Ereb-Amerîka û rola navbeynkariyê ya DYA ya navbera Fîlîstîn û Îsraîlê ketiye. El Gayt ragihand ku biryara Trûmp baweriya Ereban a bi 'bêalîtiya' Amerîkiyan hejandiye û diyar kir ku ew biryarê şermezar dikin.

 

Di daxuyaniya Hamasê de biryara DYA ya naskirina Qûdsê weke patyexta Îsraîlê bi tundî hate şermezarkirin. Rêveberekî payebilind ê Hamasê Îsmaîl Radûan got, biryar wê ji bo berjewendiyên DYA yên li herêmê 'deriyên dojehê' veke. Radûan bang li welatên Misilman û Ereb ki rku têkiliyên aborî û siyasî yên bi sefaretxaneyên Amerîkî re bibirin û sefîrên bilind ên Amerîkî dersînor bikin. Hamasê banga 'Binavxkirina DYA li herêmê' kir.

 

Wezaretxaneya Karên Derve ya DYA piştî biryara Trûmp nivîsek hişyarkirinê ji dîplomatên li sefaretxaneya xwe ya bilind re şand. Di nivîsê de ji dîplomatan hat xwestin, ku eger ne ji neçarî be, gera xwe ya li Îsraîl û Fîlîstînê heta 20'ê Kanûnê taloq bikin.

 

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron jî destnîşan kir ku biryara Trûmp ne rast e û welatê wî wê destekê nede vê biryarê.