‘Budçe têra mûçeyên karmendan nake’

38

 

 

 

EMÎR XENQÎNÎ / XANEQÎN

 

 

Li Kolêja Zanista Beşerî û Ziman a Zanîngeha bajaroka Xaneqîn a Diyala Parlamenterê Tevgera Goran ê Iraqê Dr. Emîn Bekir bi navê 'Bûdçeya niha ya Iraqê û encamên wê' semînerek da.

 

 

Parlamenterê Tevgera Goran ê Iraqê Dr. Emîn Bekir wiha got; "Bi giştî bûdçeya Iraqê ji bo me ne cihê hêviyê ye. Têra mûçe û pêwîstiyên karmendan nake. Ji ber vê me hewl daye ku vê yekê bigihînin hikûmetê. Em hewl didin ku li gel aliyên din ên siyasî zextê li hikûmetê bikin, ji bo ku bûdçeya Herêma Kurdistanê ji aliyê Iraqê ve were zêdekirin. Ji ber ku em li parlamentoyê nikarin zêde bikin. Tenê dikarin nîqaş bikin."

 

 

Dr. Emîn Bekir herî dawî got; "Bûdçeya sala bê ya Iraqê 103 milyar dolar e. Ji ber vê divê bûdçeya Herêma Kurdistanê were zêdekirin. Sala bihurî rêjeya bûdçeyê ji sedî 17 bû, lê niha bûye 12.67. Ev ji têra tiştekî nake. Eger bikin ji sedî 17 wê têra mûçegirên Herêma Kurdistanê bike."

 

Serokê Rêxistina Ciwanên Biwêr ên Germiyanê Bahedîn Kemal ji ajansa me re wiha got; "Zanîngeh navendeke rewşenbirî û peymanan e. Pirsgirêkên di navbera Bexda û hikûmeta Herêma Kurdistanê de nîqaş dikin û zelal dikin."

 

 

(ab/rn)