Di qezaya navbera Hewlêr û Duhokê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da

20

 

 

SIUD ŞAY GORAN / DIHOK

 

 

Li ser rêya sereke ya di navbera Hewlêr û Duhokê de, di qezaya trafîkê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes ji bi giranî birîndar bûn.

 

Li ser rêya sereke ya di navbera Hewlêr û Duhokê de, li nêzî gundê Qadîse yê bajarokê Berdereşê du wesayît li hev qelebîn.

 

Berdevkê Polîsên Trafîkê yê Duhokê Miqtem Azad Teha ji ajansa me re ragihand ku di encama qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî bi giran birîndar bûne.

 

Miqtem Azad Teha ragihand ku ji sê kesên jiyana xwe ji dest dane yek jê jine û got ku birîndar rakirin  beşa lezgîn a Nexweşxaneya Duhokê.

 

(ab/rn)