Dîmênê êrîşa li ser Mexmûrê

25

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Şevê  din di saet 18:45'an de êrîşek  li dijî cihê Hêzên Parastina Cewherî ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) pêk hat û di encamê de cih bi tevahî hilweşiyaye û şehîd û birîndar çûbên.

 

Tê gotin ku teqîn ji ber êrîşa bi balafiran hatiye kirin. Meclîsa Gel a Mexmûrê ragihadin ku ji ber êrîşê şehîd û birîndar hene.

 

Mirovên di êrîşê de birîndar bûn li Hewlêrê tên dermankirin.

 

Li gorî agahiyên ji rayedarên Meclîsa Gel a Mexmûrê hatin girtin, ji bo mirovên di êrîşê de şehîd bûn wê îro li kampê merasîmeke girseyî bê kirin. Bernameya merasîmê wê di nava rojê de diyar bibe.

 

Piştî bûyerê ajansa me çû cihê bûyerê û dîmenên êrîşê tomar kir.

 

(ab/rn)