‘Divê leşkerên Tirk li ser xaka Başûr werin derxistin’

31

 

 

AŞTÎ EHMED / ÇEMÇEMAL

 

 

Rojnameger û çalakvanên navçeya Çemçamal a Silêmaniyê têkildarî êrîşên dewlata Tirk ên li ser xaka Bakurê Kurdistanê ji ajansa me re axivîn.

 

Rojnameger û çalakvanên sivîl Karzan Ebdulqadir bêdengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê şermezar kir û wiha got; "Hikûmeta Herêma Kurdistanê nexwedî helwesteke eşkere ye. Em bêhelwestiya hikûmeta Herêma Kurdistanê şermezar dikin."

 

 

Ebdulqadir axaftina xwe wiha domand; "Êrîşên dewleta Tirk û Îranê ziyanê digihîne welatiyên sivîl ên Başûrê Kurdistanê. Em daxwazê ji partiyên li Başûrê Kurdistanê dikin ku li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk û Îranê bibin xwedî helwestek zelal."

 

Çalakvan Hogir Hisên jî bang li aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî bombebaranên dewleta Tirk û Îranê yekîtiya xwe çêbikin û got; "18 baregehên leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê hene. Dema wê hatiye aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dest ji berjewendiyên teng ên hizbî berdin. Li hemberî binpêkirinên dewlata Tirk bibin xwedî yek helwest."

,

 

Hogir Hisên axaftina xwe wiha bi dawî kir; "Planên hikûmeta Erdogan ên li dijî Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê didomin. Lê, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civînên çapemeniyê de dewleta Tirk weke dostê Kurdan bi nav dike û spas dike."

 

(ab/rn)