Gelê Mexmûrê bi kîn e: Berpirsa êrîşê dewleta Tirk e

28

 

 

ROJNEWS MEXMÛR

 

 

Welatiyên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) êrîşa bi destê hevkarên Kurd û dewleta Tirk pêk hat şermezar kirin û bang li Hikûmeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku li hemberî vê êrîşê dengê xwe bilind bikin.

 

Welatiyên Mexmûrê nerazîbûnên xwe ji RojNews’ê re anîn ziman:

 

‘Neteweyên Yekbûyî û Hikûmeta Iraq berpirs in’

 

 

Abdullah Hilalî: Em vê êrîşê şermezar û rûreş dikin. Yekane hêzên ji vê êrîşê berpirs Neteweyê Yekbûyî û Hikûmeta Navendî ya Iraqê ne. Divê demek ji beriya demekê ev hêzên daxuyaniyek bide. Ev êrîş ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye kirin. Em gelek in sivîl in. Li ti demê li dijî welatiyên sivîl êrîş nayên kirin. Em xwedî mîsyona penaberiyê û di bin sêwana Neteweyên Yekbûyî de ne. Divê her kes li dijî vê nerazîbûna xwe nîşan bide.

 

‘Nabe êrîş li dijî sivîlan bê kirin’

 

 

Helîm Mihemed: Ji beriya her tiştî em vê êrîşa dij mirovahiyê şermezar û nelet dikin. Ev êrîş ji aliyê dewleta Tirk ve pêk hatiye. Ji ber ku ev demeke pir dirêje balafirên hikûmeta Tirk hemû herêmên başûrê Kurdistanê topbaran dike. Em welatiyên sivîl in. Li ti deverên cîhanê êrîş li dijî welatiyên sivîl bi taybet penaberan nayê kirin. Divê welatên Ewropa û bi taybet hikûmeta Ebadî û YN çavê xwe li van êrîşan negire. Ev xak di bin serweriya Iraqê de ye. Bi taybet Ebadî divê daxuyaniyek bide. Em penaber in û di bin sêwana NY’yê de ne. Nabe êrîş li hemberî sivîlan bên kirin. Divê Neteweyên Yekbûyî û hêzên demokrat çavên xwe li van êrîşan negirin û şermezar bikin. Bi taybet divê gelê başûr li dijî van êrîşan nerazîbûnên xwe raber dibikin, helwestên xwe bînin ziman.

 

‘Ebadî divê êrîşê eşkere bike’

 

 

Şehriye Seven: Ev êrîş bi hevkariya hêzên Kurd ên hevkarên dijmin û dewleta Tirk a dagirker ve pêk hatiye. Em vê êrîşê weke gelê wargehê şermezar dikin. Ew li ser xaka Iraqê ne û divê Hikûmeta Iraqê bi taybet Ebadî vê êrîşê eşkere bike. Em welatiyên sivîl ku ji ber zilma dijmin koçber bûn. Ev hêzên me yên parastinê ne û ji bo parastina me li vir in. Nave ku êrîş li ser welatiyên sivîl û penaber bê kirin. Di demê êrîşên DAIŞ’ê de em ji her cûre êrîş û qirkirinê parastine. Em çiqas şehdî bidin em ê hê bi hêztir û berxwedan û têkoşîna xwe mezin bikin.

 

‘Ev hêzên parastina me ne’

 

 

Xelîl Mehmûd Kara: Ev êrîşeke dij mirovane ye û deveyî hiqûqa neteweyî ye. Em gelek in di bin sêwana Neteweyên Yekbûyî de ne û divê ev welatên ku mafê mirovan diparêzin û dibêjin em demokratin divê dengê xwe li dijî van êrîşan derbixin. Em vê êrîşê şermezar û lenet dikin. Ev hêzên parastina me ne. Ji bo parastina me şev û roj kar dikin. Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hatiye avakirin û ji bo parastina canê sivîlan e. Dewleta Tirk bi hevkariya hêzên herêmê êrîşî gelê sivîl dike. Em bang li hemû Kurdên welatparêz dikin ku nerazîbûnê xwe nîşan bidin.

 

‘Hikûmeta Navendî divê erka xwe pêk bîne’

 

 

Kamil Elî Hilalî: Em vê êrîşa dewleta Tirk a dagirker ku bi hevkariya hêzên xwe pêk anî weke gelê penaber ê Mexmûrê şermezar dikin. Divê hikûmeta Navendî ya Iraq erkê xwe yê li ser herêma xwe pêk bîne, li hemberî êrîşên waha bêdeng nemînin û erkê xwe bi cih bînin.

 

(kom)