HDP’ê ji bo êrîşa li Mexmûrê bang li Iraq û NY kir

26

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamentere Qersê Ayhen Bîlgen, der barê êrîşa li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûr) daxuyaniyek nivîskî weşand.  Di daxuyaniyê de hat gotin: “Li Kampa Mexmûrê ya di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî û Rêveberiya Herêma Kurdistanê, êrîş pêk hat. Di êrîşê de kuştî û birîndar hene. Ev vê êrîşê bi awayek tund şermezar dikin. Em dibêjin serê gel, Meclîsa Gel û Mexmurê û malbatê kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan sax be û ji birîndaran re şifaya xêrê dixwazin.”

 

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat got: “Kampa penaberan a Mexmûrê, kampa Kurdên di sala 1990’î de bi darê zorê ji gundên xwe hatin derxistin bûn û penaber bûn. Duh bi şev êrîşî qempê hat kirin. Em êrîşa duh bi şev hat kirin, wekî hewldana gefdayîn û provokatîf binav dikin û mehkûm dikin. Ji bo ev êrîş dubare nebin em bang li rayedarên herêmê û navneteweyî dikin ku bi lezgîn tedbîr bigirin. Divê berpirsên vê êrîşê bên girtin û darizandin.”