KCD’ê êrîşa li hember Wargeha Mexmûrê şermezar kir

33

 

 

Kongreya Civaka Demokratîk (KCK)’ê êrîşa şevê din li dijî cihê Hêzên Parastina Cewherî ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) pêk hat bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir û li hember êrîşan banga yekîtiyê kir.

 

Daxuyaniya KCD’ê wiha ye:

 

“Em di pêvajoyeke ku her roj bi giştî li Rojhilata Navîn û bi taybeti li hemberî gelê Kurd zilm, tundî, faşîzm û komkujî tê meşandin de derbas dibin.Dewleta Tirkiyeyê sedsal in polîtîkayên komkujî, pişaftin, tundî û zextê li ser gelê Kurd dimeşîne û di encama van polîtîkayan de bi hezaran gund hatin wêrankirin û şewitandin. Di encama polîtîkaya koçberkirin û wêrankirinê ya di salên 90’î de hat meşandin de bi milyonan kurd ji cih û warên xwe hatin dûrxistin. Bi taybetî bi hezaran kurdên li ser xeta Başûrê Kurdistanê dijîn li hemberî vê polîtîkayêderbasî Başûr bûn û li ser xaka welatê xwe bûn penaber. Gelê kurd di wê demê de li hemberî pêkanînên faşîzan, tundî û kuştinê li ber xwe dan û bi vê berxwedana xwe heta roja me jiyana xwe domandin.

 

‘Êrîş li ser bingeha dijminatiya Kurdan pêk hatiye’

 

Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya ku di bin berpirsyariya Neteweyên Yekbûyî de ye nêzî 15 hezar gelê me yê Bakurê Kurdistanê dijîn. Gelê me bi salan di bin êrîş û komkujiyên dewleta Tirkiyeyê û hêzên hevkar ên herêmî re rûbirû man.

 

Li hemberî gelê me yê di bin berpirsyariya Neteweyên Yekbûyî de ne şevê din seat di 18.45’an de êrîşeke hovane pêk hat. Em diyar dikin ku ev êrîşa li ser bingeha dijminatiya Kurdan pêk hatiye, di şexsê gelê me yên wargehê, li hemberî hemê gelê Kurdistanê pêk hatiye. Divê were zanîn ku ev êrîş ji hêla hêzên hegemon û dewletên herêmî yên çeteyên DAIŞ’ê diparêzin ve hatiye kirin.

 

‘Divê Iraq daxuyaniyê bide’

 

Her wiha ji ber ku ev êrîş li qada hewayî ya hikûmeta navendî ya Iraqê pêk hatiye û di bin berpirsyariya wê de ye divê demildest derbarê vê êrîşê de daxuyaniyê bide raya giştî.

 

‘Em bang li NY dikin’

 

Ji ber gelê me yê sivîl din berpirsyariya Neteweyên Yekbûyî de ne bi vê êrîşê rûbirû mane, em bang li NY’ê dikin ku demildest der barê mijarê de daxuyaniyekê bide û li ser vê mijarê rojeva wê hebe.

Banga Yekîtiyê

 

Di serî de gelê Kurdistanê, çepgir, demokrat û hemû kes li hemberî ev êrîşa di şexsê gelê me de li hemberî Kurdsitanê pêk hatiye yekîtiya xwe ava bikin û bersivê bidin êrîşkaran.”

 

'Em kesên ku gelê me yê dixwest xwînê bide birîndaran asteng kirin jî bi tundî şermezar dikin'

 

Wekî Kongreya Civaka Demokratîk ev êrîşa hovana ya li hemberî gelê me pêk hatiye bi tundî şermezar dikin. Her wiha kesên ku gelê me yê Hewlêrê yên dixwestin ji bo birîndaran xwînê bidin asteng kirin jî bi tundî şermezar dikin û ji rayedarên Başûrê Kurdistanê daxwaz dikin ku der barê van kesan de lêpirsînê bidin destpêkirin.

 

Divê were zanîn ku çawa me heta niha li hemberî êrîşên bi vî rengî li ber xwe dane wê ji niha şûn ve jî li ber xwe bide.”