Mexdûrên erdhejê li dijî hikûmetê nerazîbûn nîşan dan

21

 

 

 

HEWKAR MISTEFA / HELEBCE

Mexdûrên erdheja di 12'ê Mijdarê de li navçeya Derbendîxan a Silêmaniyê pêk hat îro li ber yek ji xaniyên hilweşiyayî kom bûn û li hemberî hikûmeta Herêma Kurdistanê bertek nîşan dan.

 

Di çalakiyê de nûnerên mexdûrên erdhejê Salar Mehemed daxuyanî da û wiha got; "Hikûmeta Herêma Kurdistanê soz dabû tazmînata mexdûrên erdhejê bide. Lê, hikûmetê soza pêk neanî û ev yek jî nayê pejirandin."

 

 

Salar Mehemed ragihand ku rewşa mexdûrên erdhejê nebaş e û wiha domand; "Ji ber vê yekê eger hewara welatiyan neyên û tazmînatê nedin, wê di rojên bên de helwesteke cidî ya me hebe. Her bûyerî nexweş rû ji bide desthilat berpirse."

 

 

Di çalakiyê de, endamê Navenda Parastina Mafê Mexdûran Hekîm Ewla jî bal kişand ser ziyana ji ber erdhejê gihîştî xaniyên welatiyan û wiha got; "Zêdeyî 2 hezar xaniyan ziyan dîtiye. Êdî 400 xanî nayên bi karanîn û mayîna têde cihê metirsiyê ye."

 

Hekîm Ewla herî dawî got; "Me hemû aliyên peywendîdar agadakirine, lê heya niha hikûmeta Herêma Kurdistanê yek dînar ji bo welatiyan xerc nekiriye. Lewra em piştgiriya daxwazên welatiyan dikin."

 

(ab/rn)