Nivîskarê Kurd Spahî li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir

26

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîskarê Kurd Elî Reza Spahî ku 30'ê Mijdara li bajarê Kelat Nadir a Parêgeha Xoresanê ya Îranê hate desteserkirin ji duh ve dest bi greva birçîbûnê kiriye.

 

Greva birçîbûnê ya Nivîskarê Kurd Elî Reza Spahî li dijî neqanûnî desteserkirin wî û nediyarbûna dosya destereserkirina wî ye.

 

Nivîskarê Kurd Elî Reza Spahî ji ber ku gotareke rexnegirî li ser hikûmeta Îranê nivîsandiye, bi biryara Dadgeha Şoreş a Îranê li bajarê Kelat Nadir hate desteserkirin û piştî hat desteserkirin birin Girtîgeha Wekîl Abadî ya bajarê Meşhed.

 

Nivîskarê Kurd Elî Reza Spahî heya niha zêdeyî 10 pirtûkan nivîsiye û heya çand carên din jî ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye desteserkirin.

 

(ab/rn)