Şêrko Mîrweys: DAIŞ li sînorê Xaneqîn ketiye nava tevgerê

32

 

 

SORAN HISÊN-DANA OMER/ XANEQÎN

 

 

Berpirsê malbenda YNK’ê yê navçeya Xaneqîn a girêdayî parêzgeha Diyala Şêrko Mîrweys di hevpeyvîna xwe ya li gel ajansa me de, qala rewşa herêma Xaneqîn a piştî bûyerên 16’ê Cotmehê û vekişîna hêzên pêşmerge ji herêmê dike. Her wiha Şêrko Mîrweys bal kişand ser hatina hêzên Heşdî Şebî û Iraqê ji bo Xaneqîn û vekişandina hêzên PDK’ê ji herêmê.

 

Berfirehiya hevpeyvîna ajansa me ya li gel berpirsê malbenda YNK’ê yê Xaneqîn Şêrko Mîrweys wiha ye:

 

“Xaneqîn ji aliyê kê ve tê rêvebirin?

 

Di aliyê rêveberî de qeymeqam Xaneqîn bi rê ve dibe. Di aliyê siyasî de jî em weke malbenda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li vir in û karên siyasî yên navçeyê bi rê ve dibin.

 

Tê gotin ku di dema hatina hêzên Heşdî Şebî ji bo Xaneqîn, gelek sûcên li hemberî gel hatine kirin. Gelo ev çiqas rast e?

 

Tersê vê, ti zextek çênebûye û me ne bîhistiye jî. Di rewşa awarte de hinek bûyer çêbûn. Belê li gor navçeyên din ên bi nakok, rewşa Xaneqîn baş e û pirsgirêk nîne. Heşdî Şebî ne hatiye Xaneqîn.

 

Gelo ewlehiya ya nav Xaneqîn di destê hêzên Heşdî Şebî, hêzên Iraqî yan hêzên pêşmergeyan de ye?

 

Beriya bûyerên demên dawiyê jî ewlehiya navçeyê di destê polîs û asayîşa Xaneqîn de bû. Piştî van bûyeran asayîşa Xaneqîn ji bo demekê hatiye rawestandin. Belê polîsên Xaneqîn her li ser karê xwe mane. Em niha kar dikin ku di çend rojên bê de asayîş cardin dest bi karê xwe bike. Pîştî bûyerên rû dan, li Xaneqîn lijneyek bilind a ewlehiyê me çêkir. Ev jî ji rêveberiya odeya operasyonê, rêveberiya polîsên Diyala pêk tê. Di aliyê ewlehî de polîs û asayîşa me têde ye. Em li gor vê nêzî rewşê dibin û biryar didin. Em hewl didin ku hevsengiya heyî zêdetir bikin.

 

Li gor agahiyên me girtin hêzên PDK’ê li Xaneqîn nemane. We çi hewldan li gel PDK û polîtburoya PDK’ê daye meşandin ku cardin hêzên wan vegerin Xaneqîn?

 

Bi qasî ez dizanim li Xaneqîn weke baregeh PDK nîne. Belê endam û rêveberên wan ên pêşketî li vir hene. Pêwendiya me li gel wan heye û kar dikin. Hatin an jî mayîna wan bi vî şêweyî pêwendî bi sekreteryeya wan bi xwe ve heye.

 

Her wiha tê gotin ku rewşa ewlehî ya Xaneqîn nebaş e û PDK jî navegere Xaneqîn. Bi taybetî li ser çapemeniyê tê gotin ku rewşa ewlehî ya Xaneqîn nebaş e. Gelo ev pêwendî bi rewşa ewlehî ve heye, yan siyasî ye?

 

Qenalên ragihandinê bi şêweyek giştî, ne rast qala rewşa herêmên bi nakok dikin. Beşek ji wan li vir navendên wan hene û bûyeran weke hene radigihînin. Hinek jî hene, bûyeran her weke hizba xwe dibînin. Ji bo wê divê hizib destpêkê berê ragihandinên xwe bidin me, bila bizanin ka em di çi rewşê de ne. Niha pêwîstiya me bi hevsengiyek zêdetir heye. Pêwîstiya me bi vekirina rûpeleke nû heye.

 

‘Metirsî li ser destkeftiyên mane heye’

 

Çawa rewşa Iraqê beriya hatina DAIŞ’ê cuda bû ji ya hatina piştî DAIŞ’ê, divê em jî tê bigihên. Rewşa Kurdistanê beriya pêkhatina referandûmê û piştî pêkhatina referandûmê, du rewşên cuda ne. Divê em cardin siyaseta xwe di ber çavan re derbas bikin. Hevsengiyê hîn zêdetir esas bigirin. Ji ber ku ew destkeftiyên mane jî metirsî li ser heye. Ji bo em asta ziyanên çêbûne kêm bikin, pêwîstiya me bi hev heye. Ne bi dijbertiya hev bikin û rewşa ewlehiyê aloztir bikin.

 

Li Xaneqîn çend deriyên sînor ên li gel Îranê hene? Kî rêveberiya van deriyan dike?

 

Li sînorê Xaneqîn du deriyên sînor hene. Deriyê Sînor ê Perwêzxan ku piştî pêkhatina referandûmê û heya niha hatiye girtin. Deriyê Sînorê Menzerye jî beriya bûyerên çêbûn hikûmeta Iraqê bi rê ve dibir û niha jî her ew bi rê ve dibin.

 

Li Xaneqîn netewe û mezhebên cuda hene. Di navbera pêkhateyên Xaneqîn de jiyana bi hev re çawa ye?

 

Ev beşeke ji çanda navçeyê ye. Jiyana bi hev re li Xaneqîn xwedî dîrokek e. Pêwendiyên navbera Ereb, Tirkmen û Kurdan de pir baş e. Her wiha jiyana bi hev re ya mezhebî weke Îslam, Kakeyî, Şîe, Sunnî pir baş e. Li gel hev danûstandinên pir baş çêdikin û pêwendiyek bi hêz di navbera wan de heye. Piştî vê rewşa dawî jî her pêwendiyên wan weke xwe mane.

 

Tê gotin ku ew Erebên di çarçoveya madeya 140 da ji Xaneqîn derketibûn, niha cardin vedigerin Xaneqîn. Ev çiqas rast e?

 

Cotyarên Kurd her niha jî li ser erd û cihê xwe mane. Li sînorê Xaneqîn 83 gundên me hene. Ger li gundek, an du gundan bûyerek çêbibe, em nikarin bêjin li hemû Xaneqîne û wisa ye. Me nehiştiye ku ji çarçoveya çend bûyerên biçûk jî derbas bibe. Belê divê rêveberiya siyasî ya Kurd û Bexda girîngî bidin jiyana bi hev re û biparêzin.

 

Beriya çend rojan li Xaneqîn du welatî hatin revandin. Berî niha bi demekê jî 2 endamên YNK’ê hatin kuştin. Ev bûyer çawa çêbûn?

 

 

Valatiyeke parastinê ya mezin çêbûye. Ji ber ku destûr nehat dayîn hêzên asayîşê bi karê xwe rabin. Li sînorê Xaneqîn liv û tevgera DAIŞ’ê pir zêde bûye. Beşeke zêde yê ew tawanbarên berê niha vegeriyane sînorê Xaneqîn û li herêma Hemrîn hene. Ji bo pêşîgirtina li wan xebatên me hene.

 

Ew ên ku pêwendiya wan bi qetilkirina endamên asayîşa me hebûn, hatin dîtin û kujer hatine girtin. Bûyer hîn zêdetir nêzî DAIŞ’ê ye. Her wiha yek ji qurbaniyên din jî endamê komîteya me bû. Li ser vê agahî ketine destê me û têkiliya bûyerê bi DAIŞ’ê re heye. Ew du welatiyên ku hatine revandin cotyar bûn. Heya niha der barê çarenûsa wan de me ti agahî negirtiye. Belê ev hemû bûyerên metirsîdar in û divê em carek din xwe di ber çavan re derbas bikin. Têkiliya her karekî bi hikûmeta Navendî re nîne. Divê hêzên pêşmerge jî xwe amade bikin û bikarin lijneyek pêwendiyan li gel hêzên Iraqê çêbikin. Di dema bihurî de li vê herêmê me karên bi hev re dikirin û bi hev re operasyon dikir.

 

Gelo navçe ew çend berfireh e ku komên terorîst bikarin têde tevbigerin?

 

Rast e sînor mezin e. Di dema Baasê de ev sînor ji aliyê hêzên leşkerî ve dihate rêvebirin. Ji 8 heya 9 tûgay lê diman. Belê piştî sala 2003’ê li herêmê valatiyeke parastinê çêbûye. Bi hêzên heyî nikare were kontrolkirin. Pêwîstiya me bi hêza zêdetir heye.

 

Çima ji 2003’ê ve ev valatî nehatiye dagirtin?

 

Ji 2003’ê ve Iraq bi giştî di rewşek ewlehiyê ya nebaş de ye. Hemû komên terorîstî li pey hev serî hildane. Pêwîstiya Iraqê bi demê heye ku heya saziyên wê karibin cardin rabin ser piyên xwe.

 

Hûn dikarin garantiyê bidin xelkê Xaneqîn ku metirsiya komên terorîstî û şerê di navbera pêkhateyên Xaneqîn de çênabe. Weke ew rewşa li Xurmatû û hinek cihên din çênabe?

 

Metirsiya li ser Xurmatû hebû, li ser Xaneqîn jî hebû. Me li herêmê hem weke kesên rêveber û weke kesên siyasî pêwendiyek pir baş li gel rêveberiya Diyala û aliyên siyasî yên Diyala heye. Me di dema bihurî de siyasetek nerm meşand. Ev jî bû sedem ku piştî ew rewşa rû da, vê pêwendiyê baş bi kar bînin. Bû sedem ku di navbera me de hevdu fêmkirinek baş hebe. Ji derve vê jî me di dema çêbûna bûyeran de, me biryar da ku Xaneqîn vala nekin. Di nava hinek kesan de tirs çêbû. Belê me bi giştî karî rewşê derbas bikin. Niha rewş aram e.”

 

(rn)