Serpêhatiya Mexmûrê navnîşana êrîşê nîşan dide

38

 

 

 

MEXMÛR/ROJNEWS

 

 

Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) şevê din saet derdora 18.45’an de bi êrîşek hewayî re rûbirû ma. Di êrîşê de şehîd û birîndar çêbûn, lê hîn agahiyên zelal nehatine dayîn.

 

Bi êrîşê re pirsa herî zêde hat kirin ev bû, “Êrîş ji aliyê kê ve hatiye pêkanîn?” Meclîsa Gel a Mexmûrê jî ji hikûmeta navendî ya Iraqê xwest ku têkildarî mijarê daxuyaniyekê bide.

 

 

Li aliyê din hem di nava şêniyên kampê de, hem jî pisporên leşkerî û siyasî diyar dikin ku îhtîmalek zêde ev êrîş ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibe pêkanîn. Nexasim dewleta Tirkiyeyê di her firsendê de Mexmûr wekî hedef nîşan daye û xwestiye ku bide valakirin.

 

Baş e, tîrên gumanê çima berê xwe dane Tirkiyeyê? Serpêhatiya şêniyên Mexmûrê bersiva herî baş a vê pirsê jî dide. Me jî li ser vê serpêhatiyê lêkolînek kir û bîra dîrokê nû kir.

 

Çîroka 24 salan

 

 

Çîroka Kampa Mexmûrê ku 50 kîlometre dikeve başûrê Hewlêrê û 75 kîlometre dikeve başûr rojhilatê Mûsilê heta 24 sal berê diçe. Di sala 1993’yan dewleta Tirk ku li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistanê windahiyên mezin didan, berê êrîşên xwe dabûn ser gelê sivîl. Di êrîşan de bi hezaran kes hatin qetilkirin, bi hezaran gund hatin valakirin û bi milyonan kes neçarî koçberiyê hatin kirin.

 

Ji ber êrîşên Tirkiyeyê berê xwe dan Başûr

 

 

Lê belê planên dewletê yên li dijî gelê herêmên Botan û Behdînanê pir qirêjtir bûn. Leşkerên artêşa Tirk, bi taybetî gundiyên li herêma Şirnex û Colemêrgê kiribûn hedef û dixwestin hemûyan bikin cerdevan. Ji ber vê hovîtiyê bi deh hezaran kesan tiştên ku dewletê li ser wan ferz dikirin qebûl nekirin û berê xwe dan Başûrê Kurdistanê.

 

Gundiyên ku ji 7 salî heta 70 salî her tiştên xwe li pey xwe hiştin, di demsalên payîz û zivistanê de bi meşê û di rêya çiyayan de piştî rêwîtiya gelekî bi êş xwe gihandin axa Başûrê Kurdistanê. Di rê de ji ber serma, birçîbûn û bêaviyê bi dehan zarok, jin û kalan jiyana xwe ji dest dan. Beşek gundiyan li bejahiya navçeya Zaxo  ya girêdayî Duhokê bi cih bûn, beşek jî, li Şeraniş û Bihêrê yên girêdayî herêma Heftanînê bi cih bûn. Lê belê hemûyan jî li derve di bin sermayê de têkoşîna jiyanê dan.

 

Li vir jî êrîşên Tirkiyeyê dom kirin

 

Bi deh hezaran kesên ku derbasî van herêman bibûn, li aliyekî hewl didan ku pirsgirêka hewandinê çareser bikin, li aliyê din jî ketin nava lêgerîna pêşwazîkirina pêdiviyên jiyanî. Di van şertan de jî, gelek zarok, jin, kal û pîr nexweş ketin, jiyana xwe ji dest dan. Lê li ser vî halî jî, dewleta Tirk careke din êrîşî penaberan kir. Artêşa Tirk bi hevkariya PDK’ê li dijî penaberên ku li derdora Zaxo bi cih bibûn, êrîş pêk anî û xwestin ku wan ji herêmê derxînin. Di encama êrîşê de gelek kes hatin qetilkirin û penaberên li vir jî neçar man ku derbasî herêma Bihêrê û Şeraniş bibin. Lê vê carê penaberên ku bê parastin mabûn, bi êrîşên hewayî yên dewleta tirk re rûbirû man. Balafirên şer ên Tirkiyeyê gelek caran her du kamp jî bombebaran kirin û di van êrîşan de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha ziyanek mezin a madî pêk hat.  

 

 

Koçberiya 3’yemîn

 

Ji ber bombebaranan, penaberên her du kampan di sala 1994’an de neçar man ku ji vir derkevin û bi rêya meşê berê xwe dan herêmên hinekî din ji li başûr û dûrî sînor. Penaberên ku cara sêyem koçber bûn, li Bêrsivê ya girêdayî Zaxo bi cih bûn. Penaber bi derfetên xwe derdora du mehan li vê herêmê man. Lê ji ber ku şert û mercên jiyanê gelekî zehmet bûn, berpirsyarên kampê bi rayedarên Neteweyên Yekbûyî re hevdîtin pêk anîn û xwestin ku cihekî bi ewle ji wan re peyda bikin.

 

Kampên Etrûş

 

Di encama hevdîtinan de, Neteweyên Yekbûyî (NY) di destpêka sala 1995’an de qebûl kir ku alîkariya penaberan bike. Li ser vê yekê penaber li du kampan hatin bicihkirin. Kamp jî wekî Etrûşa Jor ku wekî Geliyê Qiyametê tê nasîn û Etrûşa Jêr hatin binavkirin. Li van kampên di bin kontrola NY de, penaberan hewldan ku şertên jiyanê ava bikin. Bi hinek alîkariya NY jî hinek derfet hatin avakirin. Lê belê li vir careke din dewleta Tirk êrîş pêk anîn.

 

Carekedin êrîşên Tirkiyeyê

 

Di sala 1995’an de PDK’ê ambargo danî ser kampan û nehişt ku tiştên jiyanî derbasî kampê bibin. Her wiha hatin û çûn qedexe kir. Di heman salê de hêzên girêdayî PDK’ê bi destek û daxwaza dewleta Tirk êrîşî her du kampan kirin. Di êrîşan de bi dehan penaberan jiyana xwe ji dest da. Tevî ku kamp di bin kontrola NY’yê de bûn jî, li hemberî êrîşan nerazîbûn nehatin nîşandan û tedbîr nehatin girtin.

 

 

Kampa Nînova

 

Piştî van êrîşan NY dîsa li kampan bicîh bû û kampa Etruşa Jor jî anîn Etruşa Jêr. Lê vê carê di sala 1997’an de Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê li dijî Tevgera Azadiyê êrîşek berfireh da destpêkirin. Di van êrîşan de kampa Etruş jî bû hedef. PDK’ê li ser daxwaza Tirkiyeyê pêkûtî li ser kampê kir ku bê valakirin. Ji ber êrîş û pêkutiyan gelê kampê careke din cihê xwe terikandin û vê carê berê xwe dan Nînovayê. Li vir jî di bin kontrola NY de kampek hat avakirin.

 

Kampa Nehdaran

 

Di dawiya sala 1997’an de li ser agahiya ku dê Tirkiye êrîşî kampê bike, Nînova hat valakirin û penaber li Kampa Nehdaran a li ser sînorê Başûrê Kurdistanê û Iraqê bûn. Li vir ji hikûmeta Iraqê hat xwestin ku di nava sînorên Iraqê de cihek ji penaberan re bê veqetandin. Penaber nêzî 2 mehan li benda bersivê man.

 

Û Mexmûr

 

Di sala 1998’an de hikûmeta Iraqê daxwaza penaberan qebûl kir û li nêzî navçeya Mexmûr a girêdayî Musilê cihek ji bo penaberan veqetand. Li ser vê yekê nêzî 15 hezar penaber derbasî vir bûn. NY’yê jî kamp bi awayekî fermî qebûl û nûnertiya xwe vekir. Penaberan di nava 19 salan de li vir jiyanek nû ava kirin.

 

Tirkiya bela xwe ji wan venekir

 

Tevî evqas tedbîr û hewldanan jî, Tirkiyeyê bela xwe ji penaberan venekir. Rayedarên tirk di her firsendekê de, di qadên navnetewî de xwest ku kamp bê valakirin û pêkutiyên xwe zêde kirin. Dîsa bi hevkariya PDK’ê xwest ku kampê neçarî koçberiyê bike. Lewma gelek caran ambargo danîn ser kampê. Her wiha gelek caran planên êrîşên bombeyî yên bi riya komik û kesan hatin kirin.

 

Êrîşên dawî

 

Dema çeteyên DAIŞ’ê ku desteka Tirkiyeyê digirtin, êrîşî herêmê kirin, kamp jî bû hedef. Li hemberî êrîşan berxwedanek mezin hat nîşan dan û çete ji herêmê hatin derxistin.  Herî dawiyê li kampê di encama êrîşek çekdarî de 2 kesan jiyana xwe ji dest da. Piştre derket holê ku ev êrîş bi plana MİT’ê pêk hatiye.

 

Bi operasyona Musil, rizgarkirina Şengalê û Mexmûrê re Serokê AKP’ê Tayip Erdogan careke din kamp kir hedef û bi êrîşkirinê tehdit kir. Her wiha leşkerên xwe yên ku bi riya PDK’ê li herêma Başîka ya Musilê bicîh kiribûn, tehdîdên xwe berdewam kirin.

 

Li gorî hin agahiyên ne zelal êrîşa şevê din jî ji aliyê leşkerên tirk ên li Başîka ve hatin pêkanîn. Başîka ku li rojhilatê Mûsilê ye, 79 kîlometre dikeve bakûr rojavayê Mexmûrê.

 

 

 

 

 

 

(rn)