Têkildarî êrişa li dijî Mexmûrê daxuyanî

35

 

 

MEXMÛR / ROJNEWS

 

Meclîsa Gel a Mexmûr, têkildarî êrîşa di saetên êvarê de li dijî wargeha Mexmûrê pêk hat de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

 

Di daxuyaniya Meclîsa Gel a Mexmûrê de wiha têgotin: “6’ê Kanûnê di saet derdorî 18:45’an de li dijî hêzên Ewlekariya Parastinê ya Mexmûrê ku li Kampa penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê ya di bin sêwana Neteweyên Yekbûyî de ye pêk hatiye. Di encama vê êrîşê de ji hêzên Ewlekariya Parastinê ya Mexmûrê şehîd û birîndar hene.

 

Hêzên Parastina Mexmûrê, ji Tebaxa 2014’an û şûnde li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji bo welatiyên sivîl ên Wargeha Mexmûrê biparêzin hatibû avakirin. Ev yekîneyên parastinê yên ku xwe dispêrin hêzên xweser ên gelê wargehê, li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li herêmê welatiyên sivîl ên li wargehê bi awayekî aktîf parastibûn.

 

Hikûmeta Navendî ya Iraq û hêzên ku qada hewayî ya Iraq bikar tînin ji vê êrîşa ku nayê zanîn ji aliyê kê ve hatiye kirin, berpirs in. Li herêma ku êrîş lê pêk hatiye, qada hewayî ji aliyê hikûmeta Navendî ya Iraqê ve tê parastin. Divê têkildarî vê êrîşê Hikûmeta Navendî ya Iraqê bi lezgînî daxuyaniyek bide.

 

Têkildarî detayên berfireh ên êrîşa li dijî kampa penaberan a mirovên sivîl lê dijîn, wê di saetên pêş de agahî bi raya giştî re bê parvekirin.”