Welatiyên Silêmaniyê êrîşa li hember Mexmûr şermezar kirin

23

 

 

ROZE MIHEMED / SILÊMANÎ

Şevê  din di saet 18:45'an de êrîşek  li dijî cihê Hêzên Parastina Cewherî ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) pêk hat û di encamê de cih bi tavahî hate rûxandin û şehîd û bîrandar çûbû.

 

Welatiyên Silêmaniyê yên ji ajansa me re axivîn, êrîş şermzar kirin.

 

Welatiya bi navê Varya Hisamedîn êrîş şermezar kir û got; "Hikûmeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî berpirsên yekem ê êrîşê ne. Ji ber ku berpirsên giyana wan welatiyan ewin. Hêvî dikim ku dubare nebin."

Welatiya bi navê Lane Hozan jî berpirsê êrîşê hikûmeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî (NY) dît û diyar kir ku wargeha di bin kontrola hikûmeta Iraqê û NY'ê de ye û got ku êrîşkirina li ser Wargehê êrîşa li ser wane.

 

 

 

Nivîskar Rêkewt Îsmaîl jî wiha got; "Ev êrîşa li ser Wargeha Mexmûr û êrîşên li ser Çiyayê Asos metirsiyekî mezine li ser jiyana welatiyên sivîl. Bi taybet êrîşa li ser Wargeha Mexmûrê ku di bin çavdêriya NY'ê de ye."

 

 

Nivîskar Rêkewt Îsmaîl herî dawî got; "Weke welatiyên Başûrê Kurdistanê mafê me ye em daxwazê ji hikûmeta Iraqê bikin li ser êrîşê daxuyaniyekê bide û êrîşê zelal bike. Ji ber ku qada hewayî ya Iraqê ji aliyê dewleta Tirk ve ji bo êrîşên tê bikaranîn. Ji bo vê yekê guman hene."

 

(ab/rn)