HAWAR STAR/ KERKÛK

 

Rakan Seîd Ciborî got; “Du semên kêmbûna ceyrana Kerkûkê hene. Yekem ewe ku ew ceyrana bi rêya xetên giştî tê û 400 megawatt e, li sînorê parêzgeha Diyala di navbera navçeya Xurmatû û parêzgeha Selahaddîn de, dîrekên ceyranê hatine teqandin. Ji ber vê jî ceyrana xetên giştî nagihe Kerkûkê. Ji ber hebûna komên çekdar ên nenas ekîbên çêkirinê jî newêrin biçin van dîrekan çêbikin.”

 

Li ser sedema duyemîn jî Rakan Seîd Ciborî wiha destnîşan kir; “Sedema duyemîn hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Ji ber ku bi şêweyek bê pirs û sedem ew 200 megawatt ceyrana ji bo me ji Hewlêr dihat, kiriye 100 megawatt. Li gor lihevkirinê me ev ceyrane kiriye û ji hikûmeta herêmê daxwaz dikin ku cardin bi berpirsane nêzî mijarê bibe.”

 

Rakan Seîd Ciborî bal kişande ser mijara penaberan jî û got; “Vegerîna penaberan ji bo parêzgeha Selahaddîn û navçeya Hewîce, sedemek din a kêmbûna ceyranê ye. Ji ber ku rojane 50 megawatt ji bo van herêman tê dayîn. Niha Kerkûk dikare rojane 500 heya 600 megawatt ceyran bide. Lê pêwîstiya Kerkûkê bi zêdetirê 750 megawatt e. Rêveberiya ceyrana Kerkûk li ser mijarê çûye Bexda û li gel wezîrê ceyranê axivî. Daxwaz kirine ku ceyrana xeta giştî ya Kerkûkê bê zêdekirin.”

 

Hêjay gotinê ye ku çend rojin li Kerkûkê bi şêweyek berbiçav ceyrana giştî kêm bûye û ev jî bûye sedema nerazîbûna welatiyên bajar.

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here