Şandek a doktorên Rojava serdana Şengalê kir

36

 

 

ŞENGAL/ ROJNEWS

 

Îro şandek a doktoran ên girêdayî Heyva Sor a Kurd ji Rojavayê Kurdistanê serdana Şengalê kir.

 

Yek ji doktorên ku di nava şanda Heyva Sor a Kurd de serdana Şengalê kir, Sîham Kobanî têkildarî serdana xwe ji ajansa me re wiha axivî; “Ji ber li Şengalê pizîşk kêmin, em hatine Şengalê. Nexweşî jî pirin. Weke Heyva Sor a Kurd ji bo bikarin van nexweşiyan çareser bikin, berê xwe daye Şengalê.”

 

 

Kobanî wiha jî got; “Gelê me yê Şengalê herî zêde pişta xwe dide dermanan. Gelek nexweşî hene bi dermanê xwezayê tên çareserkirin. Ji bo em gel fêrî dermanên xwezayê bikin, em civînan ji wan re çêdikin. Ji ber li vê herêmê doktor kêmin, divê gelê me fêrî dermanên xwezayê bibin. Ev hefteyeke em li gundên derdora Şengalê digerin û hewl didin ku nexweşiyên gel çareser bikin. Ji bo nexweşiyên em nikarin li vir çareser bikin, em li gel xwe dinivîsin û ji Rojava derman jê re peyda dikin. Ger pêwîst bike ji bo nexweşên taybet emê ji Rojavayê Kurdistanê doktoran jî bibin vir.”

 

Di dawiyê de jî Kobanî axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Divê gelê me xwe aciz neke. Ji ber ev dibe sedema nexweşiyên pir giran. Raste gelê me di fermanê re derbas bûye, lê divê em li ber xwe bidin. Ji bo em tenduristiyek baş bijîn.”

 

 

 

(sk)