Şervanên QSD’ê gundên Ebû Herdûb û Hey Nebayî rizgar kirin

62

           

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Şervanên QSD’ê yê ku di çarçoveya Pengava Bagera Cizîrê yê ku 115 roj e li pey xwe hiştin, pêşveçûna xwe dewam dikin.

 

Şervanan duh berê xwe dan gundê Ebû Herdûb û Hey Nebay ên ku di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne. Li gundên navborî di navbera çeteyên DAIŞ’ê û şervanên QSD’ê de şerên dijwar rû dan.

 

Di encama şer de herdu gund hatin rizgarkirin 17 çete hatin kuştin û 2 wesayîtên çeteyan jî hatin rûxandin.