‘Tişta li Îranê diqewime şoreşa demokratîk a gele’

36

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Der barê rewşa xwepêşandan û nerazîbûnên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê îro Eniya Demokrasiya Gel daxuyaniyek nivîskî belav kir.

 

Di daxuyaniya Eniya Demokrasiya Gel de wiha hate gotin:

 

“Bêkarî û dibin xeta hejariyê de jiyîn, li Îranê êdî sînorê jiyanê derbas kiriye. Ev rewşe gihaye astek ku êdî gelên Îranê tehmila van hemû êrîşên li ser xwe nekin, dakevin qadan û serî hildin. Jin û ciwanên Îran û Kurdistanê ji hemû beşên din zêdetir zerermendê destê vê desthilatê ye. Ji bo wê bi bandor tevlî serhildanê bûn û êrîşê ser dewletê kirin.

 

Ew bûyerên ku di qewimin, şoreşa demokratîk a gelanin. Pirsgirêkên Îranê tenê bi demokratîkbûn û bihev re jiyîna gelan çareser dibin. Divê dewleta Îranê guhdarî daxwazên gel bike û ji bo çareseriyê hewldan bike, dest ji êrîşkirina ser gelê xwepêşander berdet. Em ji gelên Îran û Kurdistanê jî daxwaz dikin ku demek zû de xwe li derdora siyaseta demokratîk birêxistin bikin û çareseriya pirsgirêkên Îran û gelan bikin. Li gor baweriya me siyaseta demokratîk û konfederalîzm çareseriya herî başe ji bo pirsgirêk û aloziyan.

 

Em ji bo malbatên şehîdên şoreşa demokratîk a gelan sersaxî dixwazin. Em piştgiriya xebat û têkoşîna azadîxwaz û rizgariya gelên Îranê ne. Di nav wan de jî bi taybetî gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê dikin. Hemû êrîş û zextek li hember xwepêşanderan jî şermezar dikin.”

 

(sk)